Ji bo Demirtaş û Onder daxwaza hepsê!

August 12, 2016

Navenda Nûçeyan – Derbarê Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û parlamenter Sirri Sûreyya Onder de, ji ber propagandaya PKKê kirine, 5 sal cezaya hepsê hate xwestin.

 

Derbarê Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demirtaş û Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirrî Sûreyya Onder de, bi hêceta ku di sala 2013ê de, di gotarên xwe de pesnê Serokê PKKê Abdullah Ocalan dane, gilîname hate amadekirin.

 

Ji bo herdu siyasetmedaran bi tawana “propagandaya terorê” 5 sal cezayê zîndanê tê xwestin.  

 

Piştî ku yasaya rakirina parêzbendiyên parlamenteran di Rojnameya Fermî de hate weşandin, ji aliyê Serdozgera Komarê ya Bakirkoyê ve, derbarê Demîrtaş û Onder de, ji ber axaftina li mîtînga 17ê Adara 2013ê ya li Zenytînbûrnû ya Stenbolê, gilîname hate amadekirin.

 

Di gilînameyê de tê gotin ku ji bo berdewamkirina dozen derbarê wan de, di 20ê Mijdara 2015ê de daxwaz hatiye kirin ku parêzbendiya her du parlamenteran bê rakirin.

 

Please reload