top of page

Îran sînorê Başûrê Kurdistanê da ber topan

Sîdekan-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Karwan Kerîmxan ragihand

topxaneyên Îranê çend gundên Başûrê Kurdistanê topbaran kirin.

Karwan Kerîmxan ji malpera KDP.info re ragihand ku topxaneyên Îranê bi topan

êrişî herêma Sîdekan a li ser sînorê Herêma Kurdistanê kir û gelek ziyan gihandin

wî deverê.

Li gorî Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Karwan Kerîmxan, welatiyên li herêmê ji

gundên reviyana û çûne bajarokê Sîdekanê.

Piştî topbaranê agir bi bax û baxçeyên gundiyan ketiye.

11 AUG 2016 18:42 | KDP.info

bottom of page