top of page

Li Sêrtê jimara eskerê girtî derket 274an

SÎÎRT

Li Sêrtê di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) de 77 esker hatin girtin.

Li gor gahiyên ku hatin bidestxistin miameleyên 77 eskerên ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya FETO de hatin binçavkirin, hatin temamkirin. Esker piştî jêpirsîna dozgeriyê ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin.

Li bajrê jimara eskerên ku di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê de hatin binçavkirin jî derket 274an.

Hat ragihandin ji bo ku 17 eskerên firarî yên di çarçoveya lêpirsînê de bên girtin xebat dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı

bottom of page