top of page

Dibistanên FETO yên li HKIyê dê dewrî Wezareta Perwerdeyê bikin

HEWLÊR

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dizeyî da zanîn ku dibistanên Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) dê dewrî Wezareta Perwerdeyê bikin.

Dizeyî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ""Ya baş ew e ku Wezareta Perwerdeyê dest deyne ser van dibistanan. Dê ev dibistan berdewam in lê dê bi temamî Wezareta Perwerdeyê ve bên girêdan, bila êdî ji wan destan derkevin. Li van dibistanan dê pergaleke din çêbe, mirovên din dê bikevinê û birêvebiriyeke din hebe."

Dizeyî destnîşan kir ku di encama têkiliyên xwe yên baş ên bi Tirkiyeyê re pêngaveke wiha avêtin û got ku "Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re baş in û em giringiyê didin van têkiliyan. Ji ber wê dê ev pêngav bên avêtin. Ev di heman demê de pêngaveke dostane ya giringiya ku em didin têkiliyên bi Tirkiyeyê re ye."

Dizeyî diyar kir di rojevê de ye ku dibistanên ku bi tevahî 13 hezar xwendekarên wan hene dewrî bazara taybet a girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bikin. Dizeyî da zanîn ku Wezareta Perwerdeyê hevdîtinên xwe yên bi teşebûsên taybet ên dixwazin ku van dibistanan bistînin re berdewam dikin. Dizeyî da zanîn ku dê li gor qanûnên perwedeya herêmî mijara rêvebiriya dibistanan û mifredatên wan bên verastkirin.

Dizeyî got ku piştî teşebûsa derbeyê ya FETO ya 15ê temûzê "divê dibistanên navborî bi awayekî gelekî cidî bişopînin."

Dizeyî qal kir ji bo ku der barê dibistanan de pêngavekî biavêjin pêwîstî bi daxwazeke fermiya Tirkiyeyê tune û wiha axivî:

"Ji ber ku bi Tirkiyeyê re têkiliyên me baş in em vê hesasiyetê her dem nîşan didin. Ev tenê nayê wê wateyê ku ji Tirkiyeyê daxwazeke wiha heye. Me şert û bûyerên niha piştî 15ê temûzê ji gelekî nêz ve şopandin. Bêîstiqrariya Tirkiyeyê dê tesîrê hemû herêmê bike. Ji ber wê jî em bûyerên di vê heyama dawîn de ji nêz ve dişopînin û vê hesasiyetê fehm dikin."

Anadolu Ajansı

bottom of page