top of page

DAIŞ 64 mezarên Şingalê teqandine..30 gorên komî hatine dîtin

Dihok-KDP.info- Berpirsê Ofîsa kesên di destê DAIŞê de Husên Koru

ragihand ku di encama karesata Şingalê de, 64 mezargeh jinav çûne û

zêdetirî 30 gorên komî jî hatine dîtin, herwiha % 80 jî ji Şingalê wêran

bûye.

Husên Koru ji malpera KDP.info re ragihand: “2 sal bi ser karesata

Şingalê de derbas bûn û hikûmeta Iraqê bi ti awayekî alîkariya me

nekiriye , ew jî tevî ku me çendîn car daxwaza alîkariyê bo avakirina

Şingalê jê kiriye, lê bêsûd bûye.”

Koru wiha got: “Di encama karesata Şingalê de, 64 mezargeh jinav çûne

û zêdetirî 30 gorên komî jî hatine dîtin, herwiha % 80 jî ji Şingalê wêran

bûye.”

bottom of page