Bersiveke baş da PKK

05 Tebax 2016

Serkirdeyê PDK Elî Ewnî li ser hebûna gerîlayên PKK û hêzên ser bi wê ve li Şengalê got, cihê xebata PKK ne başûrê Kurdistanê ye, cihê xebata wan bakurê Kurdistanê ye. Ewnî beşdarî programeke televîzyona Rûdaw bû û got, PKK bila biçe gundê Abdullah Ocalan rizgar bike, ne Şengalê, Şengal ne cihê wan e, cihê wa li bakurê Kurdistanê ye. Elî Ewnî got, bila PKK bihêle xelkê Şengalê vegere cih û warê xwe û bajarê xwe ava bikin. Serkirdeyê PDK Elî Ewnî her wiha got, PKK bila bakurê Kurdistanê rizgar bike, ne weke Gever û Sûra wêran bike.

AVESTA