top of page

Keça Holandî û evîna Zazakî

Stenbol (Rûdaw) – Keça Holandî Nadia Visser ji bo awaz û stranên Zazakî rêyek dirêj girtiye pêşiya xwe. Yek ji armanca wê, parastina zaraveya Zazakî ye.

Nadia Visser di çarçoveya projeya 'Music Generations' de çûye Dêrsimê û li wir fêrî stranên Zazakî bûye. Piştî ku vegeriyaye welatê xwe jî heza wê ya ji bo Zazakî berdewamkiriye. Ew dixwaza fêrî Kurdî bibe û stranan bêje.

Visser ji Rûdawê re got: “Her ku tê bîra min, ez hez ji mûzîkê û strangotinê dikim. Ji bo di vî warî de xwe pêşbixim, hewl didim.”

Nadia derbarê serpêhatiya xwe ya geşta Dêrsimê de wiha axivî:

“Li gel 25 hevalên xwe yên Holandî çûne Dêrsimê. Armanca me naskirina stran û çanda wê derê bû. Me li wir ji hunermend Ahmet Aslan û Metîn Kahraman wane girtin. Ev yek jî ji bo min bû îlham. Paşî di çarçoveya vê projeyê de me çend konser sazkirin.”

Geşta Dêrsimê ji bo Nadiayê bûye destpêka serdemek nû û dest bi fêrbûna Zazakî kiriye.

Ew dibêje: “Dema stranên Zazakî dibêjim, hinek kes ji min re dibêjin spas ku te bi zimanê me yê dayikê stran got. Ev jî hestek pir xweş dide min.”

Keça Holandî niha mûzîk û çanda Zazayan dinase, ew dixwaze dîroka Kurdan jî bizane.

Nadia Visser diyar kir ku ji bo fêrî çanda herêmê bibe xelkê jî gelek alîkarî daye wê û got ku di dema lêkolînên xwe de dîtiye ku di dîroka Dêrsimê gelek êş û azar hene. Vê yekê jî bandor li stranan jî kiriye.

Nadia behsa guftogoyên xwe jî kir û got ku dema ew xwe dide naskirin mirov matmayî dibin û wiha berdewam kir:

“Ji min dipirsin ka tu çi karî dikî. Ez dibêjim stranbêj û xwendekar im. Ew dipirsin, ev çi stran e. Ez jî dibêjim, zehmete ez behsa vê bikim. Lê ez stranên bi Zazakî dibêjim. Dibêjin ma tu Kurdî? Ez jî dibêjim ku Holandî me û stranên Kurdî dixwînim.”

bottom of page