top of page

Ebdulrehman: Kurdistan serxwebûnê rabighîne, Amerîka dê ji gefan biparêze

Washinton-KDP.info- Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka

Beyan Samî Ebdulrehman di wê wariyê de ye ku eger Herêma Kurdistanê

referandumê lidar bixe û serxwebûnê rabighîne û bibe bi dewlet, dê

Amerîka wê ji gefan biparêze.

Beyan Samî Ebdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka

ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha siyaseta Amerîka mana Iraqê ye bi

yekperçeyî, lê heta niha Amerîka bi fermî dijatiya xwe bo referandum û

serxwebûna Kurdistanê ranegihandiye û bêdeng e. Ev yek jî pir girîng e.”

Ebdulrehman wiha got: “Her wek çawa Serok obama di meha 8ê ya sala

2014ê biryar dabû li terorîstan bide û Herêma Kurdistanê biparêze, ez di wê

baweriyê de me ku eger Herêma Kurdistanê referandumê lidar bixe û

serxwebûnê rabighîne û bibe bi dewlet, dê Amerîka wê ji gefan biparêze. Lê

nabe em wê yekê jibîr bikin ku di siyasetê de tiştek garentî tune ye.”

Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Amerîka wiha domand: “Em û hemû

nûneratiyên Kurdistanê li welatan kar dikin li ser wê yekê ku pêwendiyên

xwe wan welatan bihêz bikin û ew pêwendî ne tenê di yek warî de be û li

ser çend waran be.”

bottom of page