DİLÊ QAMÛŞLOK KİRİN SED PARÇE.

Dixazim welaté xwe de bijîm, nikarim bijîm ji ber dehb û hovan, Qamûşloka min dil şînî digrî,xwînî birîndar bun bûk û zavan * Han û heware xwe bighîne me,dotmam û pismam ser hev kelaş in, Were ta kengé li benda te bim,Péşmergé Kurdistana Rojava. * Em Mileté Kurdén xwey Dîrokin, xwedî welat û çand û ziman in Şerme bin desté Esad Malikî wan Dehş û wehş kûvî mar û zovan. * Kezî Dicle Firata min kuştin,nav xwîna îro duhî pér hiştin, Ew keç û xortén mala bavé min,pismamén Rustem, neviyén Kawan * Çav réka te me derenge were,bijî Dewleta Kurdistana min Ser cendeké şehîdan nalînim,roja wan bîrtînim bi silavan. * Neyara em kirine pénc parçe, her deré welat kirin Helebçe, Dilé Qamîşlok kirin sed parçe, birîn bé derman xwîna şil ziwa. * Nahélin îro em Kurd bibin yek,biratiya neyara nabé dost Biratiya Gelé xwe dixazim,,jiyan bu xwîna héstirén çahvan.

www.bircabelek.com