DİLÊ QAMÛŞLOK KİRİN SED PARÇE.

July 30, 2016

Dixazim welaté xwe de bijîm, nikarim bijîm ji ber dehb û hovan,
Qamûşloka min dil şînî digrî,xwînî birîndar bun bûk û zavan
*
Han û heware xwe bighîne me,dotmam û pismam ser hev kelaş in,
Were ta kengé li benda te bim,Péşmergé Kurdistana Rojava.
*
Em Mileté Kurdén xwey Dîrokin, xwedî welat û çand û ziman in
Şerme bin desté Esad Malikî wan Dehş û wehş kûvî mar û zovan.
*
Kezî Dicle Firata min kuştin,nav xwîna îro duhî pér hiştin,
Ew keç û xortén mala bavé min,pismamén Rustem, neviyén Kawan
*
Çav réka te me derenge were,bijî Dewleta Kurdistana min
Ser cendeké şehîdan nalînim,roja wan bîrtînim bi silavan.
*
Neyara em kirine pénc parçe, her deré welat kirin Helebçe,
Dilé Qamîşlok kirin sed parçe, birîn bé derman xwîna şil ziwa.
*
Nahélin îro em Kurd bibin yek,biratiya neyara nabé dost
Biratiya Gelé xwe dixazim,,jiyan bu xwîna héstirén çahvan.

 

www.bircabelek.com

Please reload