Berdevkê PDKê daxuyaniyek li ser Rêkeftina Stratîjîk belav kir
ragehand ku, pêbendî yan hilweşana rêkeftina stratîjîk mijareke jibo polîtburoya
Yakîtiya Niştimaniay Kurdistanê (YNK) vedgere, ew çi biryarê bidin, pêwîst e
helwêsta xwe ya fermî ji PDKê û xelkê Kuristanê jî re rabighînin.
Piştî daxuyaniyên hejmarek ji kadir û serkirdeyên YNKê li ser çarenivîsa rêkeftina
stratîjîk di navbera PDKê û YNKê de, Endamê Polîtburo û Berdevkê Fermî yê PDKê
Mehûmd Mihemed di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re amaje bi wê yekê
kir: “Em agahdarê daxuyaniyên kadirên YNKê ne derbarê rêkeftina stratîjîk di
navbera PDKê û YNkê de, beşek ji wan behsa hilweşandina wê rêkeftinê dikin û
hindek jî behsa mana wê rêkeftinê dikin.”
Berdevkê Fermî yê PDKê tekez kir: “Heta niha ne bi nivisandin, ne jî di civînên
hevbeş de biryarên YNKê behsa rêkeftina YNKê û PDKê nekirine aya ev rêkeftin
maye an jî hilweşiyaye, em wek PDKê vê rêkeftinê di berjewendî û sûda xelkê
Kurdistanê de dibînin û rola wê ya girîng hebû.”
Herwiha got: “Ev mijar jibo polîtburoya YNKê dimîne, bixwazin ev rêkeftin bimîne
an jî hilweşe, çavên me jî li helwêsta fermî ya YNKê ye û divê ew jî helwêsta xwe ji
PDKê û xelkê Kurdistanê re diyar bikin û rabighînin.”
PDK - Info