Bîranina Şêx Seid û Hewalên wî

29.06.2016) 91. salvegera şehîdkirina Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî bû. Ji bîranîna wan û famkirina doza wan me bernameyek li dar xist.
Di bernameyê de neviyê Şêx Seîd Efendî Şêx Enfal Firat li ser doza Şêx Seîd Efendî axaftinek kir û mewlûdê xwend. Piştî banga azana fitarê xwarinek hat dayîn.
Piştî xwazrina fitarê li ser navê TEVGERê sekreterê TEVGERê Serhat Mêrdînî li ser girîngiya vê rojê û rewşa siyasiya Kurdistanê ya niha axaftinek kir.
Piştî axaftina Sekreterê TEVGERê, li ser navê PDK-T Serokê Şaxa Amedê ya PDK-T Reşît Akici axaftinek kir.
Piştî axaftinan, bername bi paneleke ku majara wî “Serhildana 1925 û Cemîyeta Azadî” bû berdewam kir.
Panelîst;
Lêkolînvan-Nivîskar Seîd Veroj
Lêkolînvan Kerem Serhedî
Hevalê Fehmî Bîlal ku şahidê zindî yê bûyerên wan rojan bû Seydayê Mele Xalid
Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê spasiya hemû beşdaran dikin.
29.06.2016
Bernama Bîrania Şex Seid û Hevalên wî: