2 kolberên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin

Li Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên Kurd ji aliyê hêzên pasdarên Îranê ve hatin kuştin.
Malpera mafên mirov “Hengaw” belav kir, derengiya şeva bûrî li zozana Kanî Zerdê ya bajarê Serdeştê, pasdarên Îranê komek kolberên Kurd dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolber Mihemed Îbrahîmzade yê 37 salî hat kuştin.
Malpera Hengaw ragihand jî, îro danê sibê li zozana Henge Jal ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Li gorî agahiyan, pasdarên Îranê bêyî ku wî kolberî agahdar bikin, dane ber guleyan û çend gule li zik û pişta wî dane û kuştine.
Ew kolberê ku hatiye kuştin, navê wî Mehmûd Muradî (22 salî) û xelkê gundê Qulîava yê Bane bûye.
Ji ber rewşa hejarî û nebûna derfeta kar, xelkê Kurdistanê ji bilî kolberiyê ti karekî din nebînin, ji ber ku derfeta kar li Rojhilatê Kurdistanê nîn e. li gor amaran jî, di sala 2019an de 100 koberên Kurd canê xwe jidest dane.
K24
S. B