top of page

16 sal di ser Serhildana 12ê Adarê re derbas dibin


Di rojek wekî îro de, 12 Adara sala 2004an gelê Kurd li seranserî Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo û herêma Cizîrê, Kobanê, Efrîn, Heleb û heta Şamê paytexta Sûriyê li dijî rêjîma Suriyê serî hildan. Heya niha jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê wê rojê wek rojeke dîrokî û “Roja Şehîd” bibîr tînin.

Di 12 Adara sala 2004an li yarîgeha Cîhad li bajarê Qamişlo, di dema lîstika fotbolê  ya di navbera her du tîmên (Cîhad û Fitiwê) de , cemawerên tîma Dêrazorê sivikatî bi al û sembolên Kurdistanê li nava yarîgehê kirin û bi dar û keviran ku berê xwe ji vê bûyerê re hatibû plankirin êrîşî cemawerên tîma Qamişlo kirin.

Hêzên ewlekariya rejîma Sûriyê li şûna ku navbênkariyê bike, bi guleyan û bi fermana parêzgarê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl bi guleyan êrîşî cemawerên Kurd kir û di encam de hejmarek welatiyên bajêr şehîd kirin û hejmareke din jî birîndar bûn. Herwiha cemawerên Tîma Dêrazorê jî bi hilîkopteran ji nava yarîgehê ji aliyê wan hêzan hatin derxistin.

Xelkê Qamişlo bi coş û hêzeke bêhempa derketin kolanan û meş û nerazîbûn nîşandan, lê hêzên rêjîma Sûriyê  careke din êrîşî xelkê  kir û hejmareke din ya welatiyan şehîd bûn û rewşeke tirsê di nava bajar de belav bû.

Meş û xwepêşandan li dijî rejîma Sûriyê di wê demê de li Qamişlo  ranewestiya û berê xwe da  tevahiya bajar û bajarokên  Rojavayê Kurdistanê û bi durşmên bijî Kurdistan, şehîd namirin hatin xemilandin.

Herwiha bo cara yekem di dîroka rêjîma Beis de jî peykerê Serokê berê yê Sûriyê Hafiz El-Esed li bajarê Amûdê ji aliyê xwepêşanderan ve hat şikandin û ji Dêrikê heya bi Kobanî û Efrînê navend û bargehên hikûmeta Bes hatin şewtandin û jinavbirin û desthilata Beis jî li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê hatibû destxistin.

Di serhildana 12ê Adarê de zêdetirî 40  Kurdên Rojavayê Kurdistanê li çend bajarên cuda cuda şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê zêdetirî 3 hezar kes bi tometên cuda cuda zindanî kirin û hin ji wan bi salan di nava zindanan man, lê serhildan li wê salê ranewestiya û di sala 2011an de Kurdên wî perçeyê Kurdistanê tevlî Şoreşa Sûriyê bûn û careke din durişm û sembolên Partiya Beis anîne xwarê.

S. B

K24

bottom of page