Şaredariya Stenbolê ji bo Covid-19ê anîmasyoneke bi kurdî amade kiriye

İstanbul - BİA Haber Merkezi20 Adar 2020
Film li ser malpera Şaredariyê, li ser hesabên wê yên medyaya civkî, di ekranên bajêr ên li qadan û yên di nava metro, tramvay û basan de wê bê nişandan. Her weha wê li ser wan platforman bê weşandin ku kesên biyanî û penaber aktif bi kar tînin.
Şaredarî her weha wê navberê bide seferên basan ên ku 24 saetan kar dikirin. Dîsa ji bo texsî û mînîbusan dezenfekte bikin wê 100 îstasyonên dezenfektekirinê bên avakirin. (HA/FD)
BÎANET