Şandeke Netewên Yekgirtî serdana Lalişê kir

Şandeke Neteweyên Yekgirtî serdana Lalişê kir û li gel kesatiyên olî yên Kurdên Êzidî civiya.
Şêwirmendê Taybet ê Sekretêrê Giştî yê Netweyên Yekgrtî bo karûbarên cenosaydê, Adam Diyang li Lalişê ji aliyê Civata Ruhanî ya Êzidî ve hat pêşwazîkirin.
Adam Diyang ragihand, divê hemû tawanbarên DAIŞê li ser encamdana karên hovane yên li dijî Êzidiyan bêne dadgehîkirin û bêne cezakirin, “ji ber ku ya bi serê Êzidiyan hatiye tawaneke cidî ye û bandor li ser hemû mirovan li seranserî cîhanê kiriye.”
Diyang got jî, hemû cîhan deyîndarê qurbanîdana Êidiayn e û tekez kir, “ez hatime vê derê daku li ser navê Sekreterê Giştî hevsoziya xwe bigihînim hemû qurbanî û rizgarbûyan.”
Şêwemendê taybet ê Sekretêrê Giştî yê NY herwiha amaje bi wê yekê kir, ku ew dê li ser hewlên xwe berdewam bin, daku “ti tawanên cenosaydê li Iraqê û li ti dereke din a cîhanê çênebin.”
Adam Diyang amaje bi serdanên xwe yên berê yên bo Herêma Kurdistanê û Lalişê kir û got, “di meha Hezîrana sala 2014an de min hişyarî da û min got, rîska çêbûna karesatan heye, paşê di meha Tebaxê de hişyariyên min bûne rastî û karesat çêbû.”
Diyang da xuyakirin, ku wî sala 2015ê peyama Kurdên Êzidî bi xwe re bire New Yorkê û Netewên Yekgirtî û got: “Ji wê demê ve prosesê dest pê kir ku em gihandine biryara Netweyên Yekgirtî ya ji bo encamdana lêkolînan li ser wê karesata ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye encamdan, ji ber ku ya li dijî Êzidiyan di sala 2014an de hatiye kirin, tiştekî pêşbînîkirî bû.”
RÛDAW