Şandeke Fransî li Rojavayê Kurdistanê ye

Li gor zaniyariyên berdest Franse di çarçoveya hewldanên xwe yên bo lihev nêz kirina aliyên Kurdî û ava kirina yekîtiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê de, dest bi avêtina pêngavên nû kiriye.
Di vê çarçoveyê de şandeke wezareta derve ya Ffranseyê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û duhê li gel rayedarên ENKS civiyaye û li ser mijara ava kirina yekîtiya Kurdan giftûgo kirine.
Herwiha biryare ev şanda han ya Fransî îro jî li gel rayedarên rêveberiya xweser bicive û nîqaş li ser heman mijarêbike.
Weke tê zanîn di rojên derbazbûyî de jî şandeke Amerîkî serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û li gel her du aliyan civiya bû.
N: E. G
KTV