top of page

Şandeke Amerîkî ji bo şopandina rewşê serdana sînorê Sûriyê kir


Nûnera Daimî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî Kelly Craft û Nûnerê Taybet ê ji bo Karûbarê Sûriyê yê Amerîkayê James Jaffrey ji bo şopandina alîkariyên navneteweyî yên ji bo koçberên Sûriyeyê têne şandin serdana bajarê Hatayê kirin.

Şanda Amerîkî çûn navenda belavkirina alîkariyan a li Reyhanliyê û ji wir Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî yê ji Karên Mirovî Berpirsyar e Mark Lowcock û xebatkarên din ên Neteweyên Yekgirtî agahî hildan.

Nûnerê Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekgirtî Feridun Sinirlioglu û Balyozê Amerîkayê yê Enqerê David Satterfield jî bi Craft û Jeffrey re çûn navenda belavkirina alîkariyên mirovî.

Kelly Craft li wir daxuyaniyek da û got Serokê Amerîkayê Donald Trump, rewşa kesên ji mal û axa xwe bûne meraq dike û ji bo fikarên xwe bibêje ew şandiye Tirkiyeyê û wiha pê de çûir: "Gihandina alîkariya mirovî di nav rewşeke wiha de bersivek e, lê ya bingehîn ew e ku agirbesta mayînde çêbibe."

Craft anî ziman Amerîkayê ji bo Sûriyeyiyan foneke din a 180 milyon dolarî veqetandiye û bangî welatên din kir ew jî alîkariyê zêde bikin.

Nûnera Daimî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî herwiha ji rewşa Sûriyê û koçberan hikûmeta Sûriyê weke berpirsyar nîşan da û got ku divê demildest agirbest were îlankirin.

Derbarên alîkariyan de Mark Lowcock got: “EgerTirkiyê rewş hêsan nekira me nedikarî alîkarî wiha bi rehetî were meşandin.”

RÛDAW

bottom of page