ŞÎNA LI MIKSA FEQIYÊ TEYRAN JI BO MIRINA 33 KURDAN

Zeynelabidin Zinar
ŞÎNA LI MIKSA FEQIYÊ TEYRAN JI BO MIRINA 33 KURDAN
Li warê Feqiyê Teyran, li Miksa jar û belengaz, jimara miriyan gehaye 33 kesan. Ji bo dîtina laşê du kesan, 23 kesên dî jî bûne qurban û 75 kes jî ji ber xezeba şapeya (aşît) berfê birîndar bûne.
Pêşî minîbûsek ketiye binê şapeya berfê, camên minîbûsê şikestine û berf ketiye nava wê. Di minîbusê de 14 kes hebûne, pênc kes ji wan mirine, heft kes filitîne û du kes jî wenda bûne. Piştre birrek zilam dema li wan du kesên wenda geriyane, heman dem bextreşiya berfa sipî dest pê kiriye û demildest şapeyeke dî xwe berra ser wan daye. Di binê vê şapeyê de jî, 23 kes mirine.
Lê belê hewqas sal in çendî ku xetera şapeya berfê li wê herêmê heye û her kes jî pê dizane, lê belê hewcedariya ku li wirê derê tunêlek were çêkirin, nehatiye dîtin. Çewa hebe, Kurd ên mirinê ne.
Bila rihê Feqiyê Teyran şad be. Bila serê malbata miriyan û Miksiyan sax be. Bila serê Neteweyê Kurd sax be.
Fedekariya Kurdan di vê şapeyê de jî eşkere bû ku ji bo du kesan, 23 kes bûne qurban.
Feqiyê Teyran ji bo Yezdanê dilovan gotiye: ”…şîn û girîn te da…”
05/ 02/ 2020