top of page

Özçelik: Em Welatperwerê Kurd ê hêja Edîp Karahan bi giramî bibîr tînin


Peyama Mustafa Özçelikî wiha ye:

“Welatperwerê Kurd Edîp Karahan di Gulana 1976an de li Stenbolê koça dawî kir.

Edip Karahan, hiqûqnas, nivîskar, rojnameger, rewşenbîr û sîyasetvanekî Kurd û Kurdistanî bû.

Edip Karahan, li Başûrê Kurdistanê ‘Hakimê Mahkemeya Şoreşê' bû, Mam Azad bû.

Edip Karahan, li hefsa Diyarbekirê, di salên 1971 û 1972an de Serokê Dîwanê bû.

Edip Karahan, xwedîyê rojnameya Dîcle-Firatê bû.

Di 44emîn salvegera wefata wî de, em welatperwerê Kurd, fedakar û kedkarê doza azadîya Kurdistanê Edip Karahan bi giramî bibîr tînin. Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.”

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kaynak: Özçelik: Em Welatperwerê Kurd ê hêja Edîp Karahan bi giramî bibîr tînin

bottom of page