top of page

Îsraîl li xwe mukir hat ku bombebaranên li du welatên erebî wan kirine


Fermandarê payebilindê Îsraîlê ragehand bombebaranên li du welatên erebî wan kirine.

Fermandarê hêzên esmaniya Îsraîlê Amîkam Norkin ji rojnamevanan re ragehand, bombebaranên ji aliyê balefirên şer ên welatê wan ve pêkhatiye, li hember hêz û berjewendiyên Îranê bûne.

Amîkam Norkin got, di çend mehên borî de wek tolhildana êrîşa mûşekî bo ser axa Îsraîlê, balefirên şer ên Îsraîlê gelek caran binkeyên hêz û milîsên nêzîk Îranê yên li Lubnan û Sûriyê kirine armanca êrîşê.

Berî naha rêberê payebilindê Îranê Elî Xamineyî ragehandibû, welatê wan berdewam dibe bo alîkariya her kes û aliyê ku dijatiya Îsraîlê bike.

BasNews

bottom of page