Îsraîlê binkeyên Hemasê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê hejmarek binkeyên Tevgera Berevaniya Îslamiya Filîstînê (Hemas) bombebaran kirin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee bi beyanameyekî ve ragehand, balefirên şer ên welatê wan çend binkeyekî Hemasê yên li başûrê xeta Xezayê bombebaran kirine.
Avichay Adraee ragehand, bombebaran wek bersivdanek bû bo avêtina du mûşekan ji aliyê Hemasê ve bo wargehên cihûyan.
Hemas Tevgereke tund a îslamiya Filîstînê ye û ji aliyê Amerîka û Yekitiya Ewrûpa ve di lîsteya terorê de ye. ji aliyê madî û leşkerî û menewî de jî Îran piştevaniya wê dike. Sala 2007ê ve jî dest bi ser xeta Xeza de girtiye.
BasNews