top of page

Îsraîlê êrişî derdora paytexta Sûriyê kir


Di encama êrîşeke Îsraîlê de bo ser gundewarê Şamê 3 kes hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand, îro serê sibehê demjimêr 04:55 balafirên şer ên Îsraîlê ji asmanê Lubnanê ve çend mûşek ber bi axa Sûriyê ve avêtine.

Li gor SANA, di encama ketina mûşekên Îsraîlê de bo ser herdû bajarokên Hicêre û Adliyê li gundewarê Şamê, 3 kesên sivîl hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Di demên dawî de, çend caran firokeyên şer ên Îsraîlê pêgehên artêşa Sûriyê û herwiha pêgehên Pasdarên Îranî û Hizbullaha Lubnanî li derdora Şamê kiribûn armanc.

Roja 20ê Nîsanê jî medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê ragihandibû, ku Îsraîlê bi çend mûşekan êrîşî bajarê Tedmurê kiriye.

Îsraîlê çendîn caran bi awayekî aşkere ragihandiye, ew rê nade ku Îran hebûna xwe ya leşkerî û pêgehên serbazî li Sûriyê bihêztir bike û diyar kiriye, Tel Avîv dê bi hemû şêweyekê rêgiriyê li wan hewldanên Îranê û grûpên hevpeymanên wê bike.

RÛDAW

bottom of page