Îsal merasîmên cemawerî yên koça dawiyê û jidayikbûna Barzaniyê nemir nayin kirin

Ji ber metirsiya belavbûna vayrosa Korona, Baregeha Barzanî ragihand, îsal merasîmên cemawerî yên bîranîna koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê nemir neyin kirin.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber rewşa taybet ya ji piştî belavbûna vayrosa Korona li navçeyê û li çend welatên derdora Iraqê û hin cihên din ên cîhanê çê bûye, ji bo parastina tenduristiya xelkê, bi me baş e îsal merasîmên cemawerî ya bîranîna koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê nemir neyin kirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye jî, ji bilî spasguzariya me bo hest û dilsoziya cemawerê xweşewîst ê Kurdistanê, lê tenduristiya welatiyan ji her tiştî girîngtir e.
S. B
K24