top of page

ÎRO DU REWŞENBÎRÊN KURD ÇÛNE BER DILOVANIYA XWEDÊ



Zeynelabidin Zinar 26 Şubat,20 ÎRO DU REWŞENBÎRÊN KURD ÇÛNE BER DILOVANIYA XWEDÊÎro 26ê Sibata 2020î, du rewşenbîrên Kurd xatirê xwe ji jiyanê xwestine û çûne ber dilovaniya Xwedayê mezin. Yek, hunermend Seîd Yûsuf e, li Qamişloka rengîn dima. Yê din jî, nivîskar Zeynel Abidin Xan e, li Elmanyayê dima. Bi rastî herdu jî kesine hêja, xebatkar û fedakar bûne. Lê belê mirin zagona jiyanê ye û fermana Yezdanî ye.Ez 1994 dema bi rêzdar Konê Reş re çûm mala Seîd Yûsuf, camêr xweşsuhbet bû, ji her deverên ruyê wî çanda kurdî difûriya û serpêhatiya xwe bi devkî got û min jî qeyd kir. Me gelek wêne jî bi hev re kişandin. Bila ser Neteweyê Kurd, bi taybetî jî yê Qamişloyîyan, serê malba wî û yê nas û dost û xizman sax be û gora wî behişt be.Bila serê malbata Zeynel Abidin Xan jî sax be, serê dost û xizm û welatiyên Kurd sax be. Xasma jî serê civata rewşenbîrên Kurd sax be. Xwedayê mezin wî pêrgê dilovaniya xwe bike.Kesê ku berhem li pey xwe hiştibin, ew nemir in. Lê dîsa jî bi hêviya ku cihê wan herdu rewşenbîrên me, vala nemîne.26/ 02/ 2020

bottom of page