Îro 33 sal di ser wefata Idrîs Barzanî re derbas dibe


Idrîs Mistefa Barzanî yek ji serkirdeyên diyar ên Kurd e û wek endazyarê dirustkirina bereya Kurdistanî tê naskirin. Idrîs Barzanî sala 1944 li gundê Barzan li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Dema temenê wî 3 sal bû, ligel malbata xwe, ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve, bo başûr û naverasta Iraqê hate dûrxistin û heta 11 salan jiyaneke zehmet, dûr ji welatê xwe, derbas kir.

Lê belê ew jiyana zehmet nebû sedem ku nexwîne û dest ji xwandinê berde. Idrîs Barzanî ku ji aliyê gelek siyasetvanên Kurd ve wek endazyarê aştiyê tê naskirin, 33 sal beriya niha li Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Idrîs Barzanî piştî karesata sala 1975 û têçûna şoreşê, bi awayekê berdewam tekezî li wê yekê dikir, ku divê xelkê aware û koçber vegerin cih û warên xwe li Başûrê Kurdistanê.

Weke ku hevxebat û hevalên wî behs dikin, Idrîs Barzanî herdem tekezî li ser girîngiya pêkevekarkirina partiyên Kurdistanî dikir û nîşan bi wê yekê dida, ku bi wê rêyê gelê Kurd zûtir û bi awayekî hêsantir digihêje mafên xwe.

Felekdîn Kakeyî, hevalê koçkirî yê Idrîs Barzanî pêştir derbarê wî de ragihandiye: “Idrîs Barzanî mirovekî xwandevan bû, têgihîştî bû û li Bexdayê xwandibû, paşxaneke baş hebû, gelek jî giringî dida fîlosofiyî û helbestên cîhanî û tevgerên siyasî yên li cîhanê. Ew mirovekî fedakar bû, mirovek bû wek derwêşan, derwêşê Doza Kurd bû. Bi qasî ku min didît, me nedît ku tiştekî ji xwe re bixwaze, hertim tiştek digot, wî digot piştî 1975an emanetek li ser milê me ye, ku em wî xelkî bibin cihê xwe, wate xelkê Kurdistanê vegere cihê xwe, yên li başûr in (başûrê Iraqê) vegerin Kurdistanê, yên li derve ne vegerin Kurdistanê. Em wan cihan avedan bikin, wek bêjî ew hêviyên wî piştî Raperînê pêkhatin, ew hêviya wî bû, wî digot ew yek hêviya me ye.”

Idrîs Barzanî yek ji wan serkirdeyan bû ku guhdaneke gelek dida xwendinê û kesek bû, ku agahdarî wêje, fîlosofî û tevgera siyasî ya cîhanê bû.

Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd ê koçkirî, Felekedîn Kakeyî derbarê Idrîs Barzanî herwiha gotiye: “Di aştbûna giştî de bo cara yekem, wî Mam Celal li Tehranê dît. Bêhna wî fireh bû bo pêwnediya li gel hemû partiyan. Di sala 1980 de bo cara yekem, me têkilî bi Partiya Sosyalîst re danî û me mêvandariya wan kir û Dr. Mehmûd li sr navê polîtboruyê hate Rajanê (gundek li Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê) û polîtboru û Idrîs Barzanî pêşwazî lê kirin. Paşê li gel hemû partiyên din, wate Idrîs Barzanî zemînesazî bo damezrandina Bereya Kurdistanî kir, lê mixabin ew dema biryara pêkanîna Bereya Kurdistanî hat dan, wî koça dawî kiribû.”

Xwesteka wî ew bû ku ew xelkên bi sedema şoreşa Kurdî koçber bibûn, bi azadî vegerine cih û warên xwe.

Weke hevxebat û hevalên wî dibêjin, Idrîs Barzanî li nav PDKê jî hewl dida guncan di karê hizbayetiyê de hebe û li cem wî, ne girîng bû çi pileya wî hebe, herdem jî, pêwendiyên wî yên xurt ligel serok Barzanî hebûn û ew pêwendî herdem û ji aliyê her kesî ve hest pê dihate kirin.

Pêwendiyeke bihêz bi serok Mesûd Barzanî re hebû û ew pêwendî jî hertim û li cem her kesî dihat dîtin û dihat hestpêkirin.

Felekdîn Kakeyî herwiha amaje bi wê yekê jî dike: “Di sala 1979 de kongreya nehem (a PDK) hat lidarxistin, di rewşeke gelek nexweş de bû, PDK ji gelek aliyan ve hatibû dorpêçêkirin, li nav Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê, ji bilî aliyê serbazî, bêtir ji aliyê siyasî ve hatibû dorpêçkirin. Di vê kongreyê de guncan hebû. Ew bû ku Mesûd Barzanî bû Serokê PDKê û Elî Ebdullah jî bû Sekreterê PDKê, kek Idrîs jî bi dilekî saf û sade qebûl kirk u endamê polîtboruyê be. Hertim cihê rêzê bû, kek Mesûd serok bû lê hertim tiştên bingehîn ên siyasî, cemawerî û têkiliyên derve ji kek Idrîs re dihîşt.”

Idrîs Mistefa Barzanî, sala 1944 an li Barzan ji dayik bû û roja 31ê Çileya 1987an li bajarê Sîlvana yê ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ve, koça dawî kir.

Piştî serhildana sala 1991ê termên Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin vegrandin û li Barzan bi xakê hatin spartin. 

RÛDAW