Îranê derbarê Mistefa Selîmî de daxuyanî da


Berpirsên parêzgeha Sinê red dikin ku Mistefa Selîmî li Başûrê Kurdistanê hatibe desteserkirin û dibêjin, li gundekî ser bi Banê ve, ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hat desteserkirin.

Mihemed Cebarî, Dozgerê Giştî yê parêzgeha Sinê ji ajansa Tesnîm a Îranî re ragihandiye, ew girtî ku serkêşê serîhildana zindaniyan bû li girtîgeha Seqizê û sibeha roja Şemiyê hat darvekirin, li gundê Sebedlû yê ser bi Banê ve hatibû desteserkirin ku ew gund jî dikeve navbera Seqiz û Banê.

Herwiha Husên Xoş Îqbal, Cîgirê Parêzgarê Sinê bo karûbarên emnî ji Fars Newsê re ragihandiye, “Desteserkirina wî girtî li Herêma Kurdistanê rast nîne. Ew bi hevkariya xelkê li gel hêzên emnî li gundê Sebedlû hat detserkirin.”

Êvariya roja 27ê Adara îsal, 74 girt, li zindana Seqizê, ji ber “tirsa koronayê û li berçavnegirtina rênimayiyên xweparastinê li wê zindanê” serî hildan û reviyan.

Heta niha 65 kes ji wan girtiyan xwe radest kirine yan jî hatine desteserkirin. Dozgerê Giştî yê parêzgeha Sinê jî dibêje, “Mistefa Selîmî serkêşê reva girtiyan bû ji zindanê.”

Roja Şemî 11ê Nîsana 2020, girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Mistefa Selîmî ji Rojhilatê Kurdistanê, ku ji girtîgeha bajarê Seqizê reviyabû, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat bidarvekirin.

Li gor hin zanyariyên ku hatine belavkirin û herwiha daxuyaniyên endamên malbata wî, Mistefa Selîmî karîbû xwe bigihîne navçeya Pêncwênê li Başûrê Kurdistanê, lê belê ji aliyê Asayişa Pêncwênê ve hatibû desteserkirin û radestî hêzên Îranê hatibû kirin.

Li aliyekê din Rêveberiya Giştî ya Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniyekê de red kiriye ku hêzên wan Mistefa Selîmî radestî Îranê kiribin û daye xuyakirin, ku ti kes bi vî navî derbasî sînorê Silêmaniyê nebûye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, ku ew agahdarî radestkirina Mistefa Selîmî nebûne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Cotyar Adil diyar kiribû, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye têkildarî bûyera radestkirina wî girtiyê siyasî yê Kurd komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn.

Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), derbarê bidarvekirina girtiyê Rojhilatê Kurdistanê, Mistefa Selîmî ragihandiye ku ji ber ti pêwendiya rêxistinî ya Mistefa Selîmî bi partiya wan ve nebûye, şêwaza desteserkirina wî ne zelal e.

Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) jî di daxuyaniyekê de radestkirin û bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî şermezar kir û pêşwazî li biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya pêkanîna komîteya lêkolînê kir.

RÛDAW