top of page

Îlham Ehmed: Ji bo agirbestê danûstandinên ne rasterast bi Tirkiyê re hene


Seroka Desteya Rêveber a MSDê Îlham Ehmed aşkere kir, danûstandinên wan ên ne rasterast bi Hikûmeta Tirkiyê re heye, ji bo agirbest bê ragihandin  ava vexwarinê ji parêzgeha Hesekê neyê birîn.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ji K24ê re ragihand, danûstandin bi Tirkiyê re bi awayekî ne rasterast hene. Em dixwazin bi riya Hikûmeta Tirkiyê re fişarekê li ser grûpên çekdar çê bikin, hem agirbest çê bibe û ava vexwarinê neyê qutkirin.

Seroka Desteya Rêveber a MSDê tekez kir jî, ji bo agirbest bicih bibe û ava vexwarinê neyê qutkitin, çi pêwîst be, ew jê re amade ne.

Ev yek di demekê de ye, grupên çekdar ên Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirine, bi berdewamî êrîşên xwe li ser gundewarê herêma Cizîra Rojavayê Kurdistanê didomînin.

Herwiha demek e jî, grûpên çekdar ên li Serê Kaniyê ava xexwarinê ya ji navenda Eloka derbasî parêzgeha Hesekê dibe, qut dikin û xelk jî dikeve rewşeke zehmet.

Ev bangewaziya Îlham Ehmed piştî wê yekê tê, piştî belavbûna vîrusa Korona li piraniya welatên cîhanê, Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres bang li tevahiya cîhanê kir ku şeran rawestîne.

K24

S. B

bottom of page