Çekdaran keçek û 8 xortên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re Efrîn dagîr kirine, keçeke Kurd û 8 xortên din revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarekî ji grûpa Sultan Murad roja 11ê vê mehê keça bi navê Hêvîn Hesen Dibso ya 20 salî û ji gundê Celemê ye revandiye.
Wê rêxistinê diyar kir, pêştir wî çekdarî çend caran ew keçik ji bo zewacê ji malbata wê xwastibû, lê malbatê daxwaza wî red kiribû. Dema Hêvîn bi xalê xwe Mihemed Morî re li bazara Cindirêsê bû, wî çekdarî bi otombîleke Van a girtî keçik revand.
Amaje bi wê jî da, tevî ku malbata keçikê bi awayekî fermî gilî li Navenda Polîsa Medenî ya Cindirêsê tomar kiriye, lê piştî rojekê malbata keçikê hat agahdarkirin, ku wî çekdarî bi keca wan re zewiciye. herwiha malbata wî jî bi navbênkariya Muxtarê gund daxwaza lihevhatinê bi wan re dike.
Ji aliyekî din ve jî, Rêxistina Mafên Mirovan belav kir, grûpa çekdar Mihemed El Fatih ji hefteyekê ve 8 xort ji gundê Memila yê navçeya Reco revandine û li hember berdana her yekî ji wan daxwaza 500 Dolarên Amerîkî dikin.
Kesên hatine revandin navên wan wiha ne:
Kîmaho Enwer Kurdî: 30 salî.
Dozyar Enwer Kurdî: 30 salî.
Mihemed Osman: 24 salî.
Demxwaş Osman Kolîko: 33 salî.
Ehmed Wehîd Mustefa: 24 salî.
Ehmed Osman Mihemed: 27 salî.
Hesen Cemîl Hesen: 25 salî.
Enwer Osman Hemgulîno: 40 salî.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ji bilî bicihanîna proseya demografî û destdanîna ser mal û milkên xelkê, bi hezaran welatiyên Efrînê hatine revandin.
K24
S. B