top of page

Çekdaran ciwanekî din ê Efrînê di bin eşkenceyê de kuşt


Ciwanekî din ê Kurdê Efrînê, di bin eşkenceya hovane ya grûpên ser bi Tirkiyê ve hat kuştin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, ciwanê Kurd ê ji Efrînê Rifat Murad, ku ji berî du salan ji aliyê grûpên çekdar ve hatibû revandin, piştî demekê bo zîndana bajarokê Raî li herêna Ezazê hatibû veguhastin, pêr zîndaniyekî din malbata wî agahdar kir, Rifat di bin eşkenceya hovana ya çekdaran de hatiye kuştin.

Li gor zanyariyan, Rifat Murad ji gundê Kurka yê navçeya Mabeta ye û berî 2 salan li nava bajarê Efrînê ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, di 18ê Adara 2018an de, bi dehan xort, kalemêr û pîrejinên Kurd di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin.

Tenê di meha Nîsana bûrî de, ev 4em kes e ku ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve tê kuştin, ku roja 18ê Nîsanê grûpa çekdar a bi navê Lîwaya Weqas li gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê pîrejina Kurd Fatima Îbrahîm Kinê ya 80 salî û roja 22 Nîsanê jî koçberên Ereb yên li Efrînê hatine bicihkirin jî  kalemêr Elî Ehmed yê 74 salî di bin eşkendeyê de kuştibûn.

Herwiha grûpa Desteya Tehrîr El Şamê (Bereya Nusra) jî ciwanê Efrînî yê 23 salî Betal Hesen Hesen piştî girtina nêzîkî 8 mehan, li Idlibê kuştibû.

K24

S. B

bottom of page