Çekdaran 8 welatiyên Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên 8 welatiyan ji Efrînê direvînin û 30 seriyên pez jî dikujin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpek çekdar bi nave Polîsa Azad roja 28 vê mehê avêt ser gundê Eyn Hecer ê navçeya Mabeta û 5 welatî revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Wê rêxistinê navên wan revandiyan belav kirin ku wiha ne: Mihemed Sebrî Şêxo, Ehmed Reşîd, Dijwar Ehmed Şêxo, Osman Ezet Osman û Şukrî Henan.
Da zanîn jî, grûpa bi navê Polîsa Medenî ji roja 20 Adarê ve 3 welatiyên bi navên Xalid Şêx Nasan, Selah Mamo, Sîdo Emîn Ehmed ji gundê Avrazê li heman navçeyê revandine û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Wê rêxitinê amaje bi wê jî da, çekdarên grûpa El Hemzat pezê gundên gundê Soxanekê û gundê Meyasê yên navçeya Şêrewa ku di bin kontrola YPG û hêzên rêjîma Sûriyê de ne gulebaran kirin û nêzîkî 30 miyan kuştin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ne mirov, ne ajal û ne kevir û cihên şûnwarî ji zulm û zordariya çekdaran xilas dibin.
K24
S. B