Çekdarên ser bi Tirkiyê ve mezargehên Êzidiyan şikandin

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê mezargeh û goristanên Kurdên Êzidî têkdane û tiştên di nav wan de dizîne.
Mezargeh, perestgehên olî û heta goristanên Kurdên Êzidî jî li herêma Efrînê ji destê grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê nefilitîne. Piraniya wan rastî têkdan, dizî û sivkatiyê hatine.
“Saziya Êzidîna” ku binpêkirinên li Efrînê dibin bi giştî û yên li dijî Kurdên Êzidî bi taybetî bi belge dike, zanyarî û dîmenên herî nû derbarê wan mezargeh û goristanan de bi belge kirine û dane Tora Medyayî ya Rûdawê.
Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji sazî û çalakvanên Kurd ên Êzidî wegirtine, ji koka 35 hezar Kurdên Êzidî, niha tenê nêzî 3000 Kurdên Êzidî li herêma Efrînê mane
Li gor belgeyan Mezargeha Şêx Cinêd li gundê Feqîra ye. Tevahiya xelkê Gund Kurdên Êzidî ne. Mezargeh di dema êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar de rastî têkdanê hatibû. Hin gorên Kurdên Êzidî li derdora mezargehê ji aliyê çekdaran ve hatine têkdan.
Mezargeha Melek Adî li gundê Qîbarê ye. Piraniya xelkê gund Kurdên Êzidî ne. Mezargeh rastî têkdanê hatiye. Herwiha mezargeh rastî kolandin û diziyê hatiye. Gundî çekdarên girêdayî Tirkiyê tohmetbar dikin
Mezargeha Şêx Hisên li gundê Qîbarê ye. Tiştên di nav mezargehê de rastî têkdan û diziyê hatine.
Mezargeha Çêlxane li gundê Qîbarê ye. Mezargeh rastî têkdan û diziyê hatiye
Mezarheha Şêx Rikab li gundê Şadêrê ye. Nîvê nişteciyên gund Kurdên Êzidî ne. Mezargeh rastî têkdan û diziyê hatiye. Çekdarên girêdayî Tirkiyê çalek li pêş mezargehê kolandine. Herwiha çalake di hindurê mezargehê de jî kolandine.
Gorên Êzidiyan li gundê Qîbarê rastî têkdanê hatine. Piraniya nişteciyên gund Kurdên Êzidî ne. Gundiyan hewl dan ku goran çak bikin. Lê asewarên têkdanê hîn diyar in
Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji sazî û çalakvanên Kurdên Êzidî yên Efrînê wergirtine, berî êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê, hejmara Kurdên Êzidî li herêma Efrînê ku yek ji kevintirîn wergehên Kurdên Êzidî ye, nêzî 35 hezar kes bûn. piştî êrîşê û heta niha 90% ji Kurdên Êzidî koçber bûne, û niha tenê derdora 3000 Kurdên Êzidî li Efrînê mane.
RÛDAW