top of page

Çavdêrên siyasî: Niha dema wê ye opozîsyon pişta hikûmetê bigire


Çavdêrên siyasî dibêjin, niha dema wê ye opozîsyon gilî û nerazîbûnên xwe bide aliyekî û piştevaniya hikûmetê bike di rûbirûbûna vîrusa Koronayê de.

Çavdêrê siyasî û endamê berê parlementoya Iraqê, Mueyed Teyîb ji BasNewsê re got, tekane karta me ya fişarê li ser Bexdayê, yekrêziya me ye. Ji xwe me beriya belavbûna Koronayê jî gotibû, em niha jî dibêjin ku dive tevahiya partiyan yekhelwest bin. Ne tenê şirîkên hikûmetê divê yên ku li derveyî hikûmetê ne jî, yekdeng bin ji bo serkeftina welat.

Mueyed Teyîb her wiha got, heta vê gavê Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna Koronayê de ji Îtaliya, Brîtanya, Almanya û Îspanya serkeftîtir bûye. Ev jî mirov kêfxweş dike û dive were piştevanîkirin. Divê opozîsyon jî piştevaniya hikûmetê bike da ku em ji vê kirîzê derbas bibin.

Bi gotina wî çavdêrê siyasî, armanca hikûmet û opozîsyonê ew e ku li hember vê nexweşiyê serkeftin çêbibe, ev jî firsendeka baş e da ku opozîsyon derkeve pêş.

Endamê desteya serokatiya Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, Seid Xalid, ku heyamekî wezîrê hikûmetê bo karûbarên parlemento û hikûmetê bû, ji BasNewsê re got, niha dema wê nîne opozîsyon gilî û rexneyan li hikûmetê bike. Helbet dikare paşê gotina xwe bêje lê niha ne dema wê ye.

Seid Xalid her wiha got, li Herêma Kurdistanê ku Korona bûye gef li ser tenduristiya giştî, divê opozîsyn hewl bide alîkariya hikûmetê bike û şîretan li hikûmetê bike. Divê em hemû piştevaniya hikûmetê bikin da ku di şerê li dijî Koronayê de bi ser kevin.

BasNews

bottom of page