Çaremîn kongreya HDPê tê sazkirin

HDP 4mîn kongreya xwe ya giştî îro lidar dixe. Kongre li Enqereya paytexta Tirkiyê birêve diçe.
Piştî ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 23ê Sibata 2020ê bo sazkirina Çaremîn Kongreya xwe ya Asayî destnîşan kir, amadekariyan destpê kir û baregahên şaxên HDPê li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tevlî van amadekariyan bûn. Li gor piraniya wan rapirsiyên di sala 2020ê de hatine kirin, HDP piştî AK Partî û CHPê li Tirkiyê wek sêyem partiya mezin dimîne.
Li gor rapirsiyên dawî dengên HDPê wiha ne;
Navenda Rapirsiyê ya Kadrajê dibêje, HDP %11 dengan bidest dixe û dibe sêyem partiya Tirkiyê.
Li gor Navenda Rapirsiya Aborî ya Stenbolê jî HDP %9.5 dengan bidest dixe û dibe partiya çarem a Tirkiyê.
Navenda Rapirsiyê ya Areda Survey jî diyar dike, HDP %11.6 dengan bidest dixe û dibe sêyem partiya Tirkiyê.
Li gor wan zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, eger heye Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven li şûna Pervîn Buldan bibe hevseroka HDPê û Sezaî Temellî jî wek hevserok li cihê xwe bimîne.
Li gor medyayê, têbîniyên hinek HDPyiyan li ser mana Temelli hene û ligel wê yekê ne modela guhertina hevserok neyê şikandin. HDPê bi awayekî berfireh ev mijar gotûbêj kiriye û hinek amaje jî hene ku Mithat Sancar li şûna Temelli bê danîn.
Tê çaverêkirin ku hejmareke zêde ya endam û alîgirên HDPê beşdarî vê kongreyê bibin. Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji sala 2016ê ve di girtîgehê de ye, peyamek bi destnivîsa xwe li ser Twitterê belav kir û xwest bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibin. Di peyama Demirtaş de tê gotin:
Peyama Demirtaş bo Kongreya HDPê wiha ye, “Slav hevalên rêzdar. Navenda Giştî ya HDPê roja 23ê Sibatê bi armanca sazkirina kongreya asayî li Ankara Arena dicive. Bê xem bin, em jî bi deng û giyanê xwe li wir dibin. Ez dixwazim hun jî li wir bin; bi dehan hezar li wir bin. Wiha nekin bibêjin: "Gelek kes diçin, ez jî li wir nebim her dibe." Bi ti awayekî bêyî te nabe. Tika ye bernameyên xwe li gorî wê organize bikin, bila wê rojê di kongreyê de bicivin. Silav li hemûyan.”
HDPê heta niha 3 kongre saz kirine û hersê caran jî hevserok hatine guhertin. Sala 2013an di kongreya yekem de Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû, sala 2014an di kongreya duyem de Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û di kongreya sêyem de jî Pervin Buldan û Sezai Temelli bûn hevserok. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan ragihand ku roja 23ê Sibatê derdikeve ka kî dibin hevserok û egera hemû guhertinekê jî heye.
RÛDAW