Çîroka keçeke Kurdên Êzidî ku li Kampa Holê hat dîtin

Leyla 11 salî bû dema ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat revandin û niha temenê wê 17 sal in.
Weku diyekê, keziya wê dihûne, heya wê dema ku bigihije dayika xwe ya rasteqîne.
Li vê mala Kurdên Êzidî li gundewarê Hesekê, piraniya jin û zarokan, piştî ku li Rojavayê Kurdistanê ji destê DAIŞê rizgar bûn, mane.
Zawira Sînan, xwediya malê, dibêje, “Em li ser wan digiriyan, gelek zehmetî dîtin, birçî man tî man, yê diyê wan çûbûn, yên bav û birayên wan, em pir li ser wan aciz bûn.”
Gelek çîrok li ser xatûna malê re derbas bûn, berî ku careke din xwediyên wan çîrokan vegerin Şingalê,
Mêvana vê carê, Leyla Mûrad Îdo ya 17 salî ye, ku di temenê 11 salî de ji aliyê çekdarên daîşê ve hat revandin, 5 salan li cem wê rêxistinê li Mûsil û Dêra Zorê û salekê di kampa Holê de li Hesekê maye.
Hevĵîna heman çekdarî bû, yê ku ji roja yekem ve ji Şingalê ew revand, lê di şerê Baxozê de hevjînê wê hat kuştin.
Leyla Mûrad Îdo, dibêje, “Ez 5 salan bi wan re bûm û salekê li Holê, ez dixazim biçim cem malbata xwe, min bêriya wan kiriye.”
Leyla salekê di Kampa Holê de dimîne bê ku nasnameya xwe aşkere bike, wê dixwest li wir bimîne, lê ev 4 roj in, ji aliyê asayişa kampê ve hatiye naskirin û ji wir hatiye derxistin.
Biryare Leyla vegera cem malbata xwe ya ku ji şeş kesan pêk tê, ku bi temamî li Şingalê ne, lê ji ber girtina deriyên sînorî piroseya vegera wê paş de dikeve.
RÛDAW