• www.bircabelek.com

ZIMANÊ DAYÎKÊ ÇI ZIMAN E?



Zeynelabidin Zinar ZIMANÊ DAYÎKÊ ÇI ZIMAN E?Ev e du-sê roj in ku Medyaya Kurdî bi gotina ”Zimanê Dayîkê” dikele.Ez ji her kesî dipirsim: ZIMANÊ DAYÎKÊ ÇI YE? VATEYA ZIMANÊ DAYÎKÊ ÇI YE? Bêguman, ji 1960î heta niha li welatên Rojavayê, ji sedhezarî zêdetir Kurd hene ku dayîkên wan ji nijadên cuda ne. Zimanê dayêkên wan an ingilîzî, yan frensî, yan spanî, bulgarî, grekî û wekî din in. Dîsa bêguman li dinyayê çu kes mîna Kurdan bi keçên biyanî re nezewicîne.Eger em xwe li benda ”Zimanê Dayîkê” bihêlin, em ê mala Zimanê Kurdî birûxînin.Zimanê me, Zimanê Nijadî ye û navê wî Zimanê Kurdî ye, ne Zimanê Dayîkê ye.Gelo çima em xwe wisa bi hêsanî û belaş dixapînin û van gotinên çewt bi kar tînin?Ka hinek bisêwirin û rastiyê bêjin!Mesela, diya min Ereb e û bavê min Kurd e. Ez jî bi kurdî dipeyivim û bi erebî jî nizanim. Gelo zimanê min çi ye?Bi hêviya bikaranîneke sererast a zimanê xwe yê nijadî… Silav û serkeftin20/ 02/ 2020

0 views