Search
  • www.bircabelek.com

Zerdeştiyên Kurdistanê li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê dozê vedikin


Nûnera zerdeştiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî ya Kurdistanê, Awat Husamedîn ragihand, ewê ji ber belavbûna pêlava ku nexşa Zerdeştî li ser hatiye çêkirin û li Kerkûk tê firotin, li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê gilî bikin.

Ev çend roj in hinek wêne di sosyal medyayê de hatine belavkirin ku nîşan didin li bazar û dikanên bajarê Kerkûkê de curek pêlav tê firotin ku nexşa Zerdeştî li ser hatiye çêkirin.

Li ser vê yekê, nûnera zerdeştiyan li Wezareta Ewqaf ya Kurdistanê, Awat Husamedîn ji BasNewsê re got, ev yekê bi tundî şermezar dikin ji ber ku tiştekî wisa tê wateya bê hurmetî li ayîn û ola Zerdeştî. Qesta vê yekê têkdana aramiya Kurdistanê ye.

Awat Husamedîn her wiha got, em vê yekê qebûl nakin û emê li dijî parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî gilî bikin. Ji ber ku wî rê daye ew pêlav li Kerkûkê belav bibin û bên firotin. Haya wî ji her tiştî heye û divê hesabê vê yekê bide.

Wê berpirsa hikûmetê anî ziman ku ew pêlav bi qestî ji welatên derdorê hatine çêkirin û derbasî nav Kurdistanê hatine kirin da ku bi wî rengî aramiya Kurdistanê têk bidin.

📷













BasNews

1 view