Search
  • www.bircabelek.com

Xelata Şîfa Gerdî bo rojnamevaneke jin tê dayîn


Bi amadebûna çend kesayetên Kurdista, Iraq, Rojhilata Navîn û Cîhanî “Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî” ya salane tê pêşkêşkirin

Tora Medyayî ya Rûdawê di salvegera sêyemîn a şehîdbûna rojnamevana jîr û diyar Şîfa Gerdî, li ser navê wê “Xelata Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke jin a çalak ku rûmala şer kiriye.

Îro 22ê Sibata 2020 li bajarê Hewlêrê, di merasîmeke taybet de û bi amadebûna berpirsên bilind ên Kurdistan û Iraq û rojnamevanên navxwe û derve, Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya salane tê pêşkêşkirin.

Rojnamevana diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî 25ê Sibata sala 2017an di dema karê rojnamevanî de li bajarê Mûsilê jiyana xwe ji dest da.

Wek rêzgirtinekê ji bo canê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtûjiyên din de jiyana xwe ji dest dan û karê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de rastî zehmetiyan tên, Rûdawê salane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke jin.

Par Xelata Şîfa Gerdî ya salane rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa, ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande wergirtibû

Ji ber karên taybet û rûmalên berdewam bo mijar û bûyerên dijwar û metirsîdar, bi taybetî rola wê ya şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê “Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî” ya sala 2019ê bo Jenan Moussa hatibû dayîn.

Şehîd Şîfa Gerdî navê wê yê bi temamî Şîfa Zîkrî Îbrahîm e, û 1ê Tîrmeha 1986an de ji dayîk bûye. Wêşana Rûdawê êvara roja 29ê Gulana 2013yan di saet 17.00ê de ligel Şîfa Gerdî û Şaho Emîn dest pê kiribû.

Şîfa Gerdî yekemîn risteya xwe ya bi navûdegn di bultenê de xwendibû: “Li welatê roj û agir, roja çarşemê dest bi pexşa Rûdawê dikin.”

Gerdî pêşkêşkar û bêjera nûçeyan û herwiha Rêvebera Output a Rûdawê bû, ku berî şehdîbûnê bernameya Fokus Mûsil pêşkêş dikir. Di 25ê Sibata 2017an de, dema ku li bajarê Mûsilê mijûlî karê rojnamevanî bû, Şîfa Gerdî şehîd bû.

RÛDAW

2 views