Search
  • www.bircabelek.com

WHO: Metirsî heye piraniya xelkê ber vîrusa koronayê bikevin


Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyariyê dide, heger rênimayên xwe parastina ji vîrusa Korona sivik bibin, metirsî heye rêjeyeke mezin ji xelkê ber wê vîrusê bikevin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di daxuyaniyekê de encamên nû belav kirin û diyar kir, dibe ku heta niha hejmareke ne gelekî mezin ber vîrusa Korona COVID-19 ketine, lê metirsiya wê li ser piraniya xelkê heye, heger rênmayiyên dûrketina civakê ango xwe parastinê bên sivik kirin ev yek metirsiye.

Ji bo xweparastin ji vîrusa Korona û rêgirtin li belavbûna wê, piraniya welatên cîhanê komek ji tevdîran girtine û geştên esmanî û bejahî, çûnûhatin û derketina welatiyan ji malê û pevguhartinên bazirganî sînordar kirine. 

Ev yek di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 2.5 milyon kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine, hejmara kesên mirine jî 170 hezar derbas kiriye.

BasNews

8 views