Search
  • www.bircabelek.com

Wezareta Pêşmerge: Mafê me heye em hêzê bişînin her derî


Wezareta Pêşmerge ragihand, li gor qanûnê me desthilateke temam heye ku hêzê bişênin her navçeyeke Herêma Kurdistanê û diyar kir, şandina hêzeke Pêşmerge bo Zînî Wertê rêkarekî demkî ye û li ser daxwaza Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê hatiye encamdan.

Têkildarî rewşa devera Zînî Wertê, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Pêşmerge ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge, li gor qanûn û rênimayiyên heyî yên karpêkirî, xwedî maf û desthilateke temam in, ku li her navçe û cihekê sînorê herêmê, tevger û cihguhertinê bi hêzên Pêşmerge bikin, em daxwaz dikin ti tefsîreke siyasî ya şaş bo vê mijarê neyê kirin.”

Di beşeke vê daxuyaniya xwe de, Wezareta Pêşmerge parastina ax û xelkê Kurdistanê wek erkê hêzên Pêşmerge bi nav dike û tekez dike: “Niha li hember rewşa nexweş a xelk û milletê me, pêwîst dike ku hemû alî bi rihê berpirsyariyê û toleransê pêngavan ji bo aramkirina rewşê bavêjin.”

Têkildarî vê rewşa ku di encama livandina hêzê bow ê navçeyê de çêbûye jî, di daxuyaniyê de tê gotin: “Mixabin, nabe ku di encama bêbaweriya aliyan û mezinkirina hin babetên biçûk, milletê me zirar û bacên mezin bide. Wek hertim, me hewlên xwe xistine tevgerê jibo aramkirina rewşê û em dê berdewam jî bin, ku pêngavên me dê beşek be ji çareseriyê, neku aloztirkirina zêdetir a pirsgirêkê.”

Di meha bihorî de hêzeke pêşmerge ya ser bi Lîwaya 7 a Piyade ya Soranê ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve li Zînî Wertê bicih bûbû, paşê Yekeya 70 a ser bi YNKê ve hêza 122 şande herêmê, piştre PKKê jî hêzek şand deverê û gerîlayên PKKê li nava burca Asia Cell a li herêmê baregeha xwe ava kirin.

Îro du caran û şeva bihorî jî carekê balafirên şer ên Tirkiyê devera Zînî Wertê bombebaran kiribûn.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, di bombebaranê de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

RÛDAW

3 views