Search
  • www.bircabelek.com

Wezîrê Bergîriyê yê Îtalyayê soz dide Pêşmerge


Wezîrê Bergîriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxîne û soz dide, hevkariyên welatê wî ji Pêşmerge re berdewam bin.

Piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr re, Wezîrê Bergîriyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini di twittekê de nivîsî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê dosteke nêzîk a Îtalyayê ye. Pêştir jî min serdana Hewlêrê kiribû, niha jî careke din din hevdîtina min bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hebe.

Guerini di twitta xwe de nivîsiye jî: Piştevaniyê Îtalya ji hêza Pêşmerge re dupat dikim û spasiya rola Pêşmerge ya azayane kir, bi taybet di şerê li dijî DAIŞê de.

Di çarçova serdana xwe bo Îtalyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî bi Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê Lorenzo Guerini re civiyabû.

S. B

K24

1 view