• www.bircabelek.com

Wekîlê mîrê êzîdiyan: Bicîhbûna malbatên DAIŞê li Zumar bûye metirsî li ser Şingalê


Wekîlekî mîrê êzîdiyan dibêje, vegeriyana malbatên terorîstên DAIŞê bo devera Zûmar metirsiyê li ser Şingalê çêdike.

Wekîlekî mîrê êzîdiyan bi navê Cehwer Elî Beg ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, DAIŞ bi xwe metirsî ye û vegera malbatên wan jî metirsiyê mezintir dike. Ew li ser êzîdiyan bûne metirsiyeka mezin.

Cehwer Elî Beg her wiha gotiye, êzîdiyan gelekî ji destê terorîstên DAIŞê kişandine, ji ber wê jî bicîhbûna malbatên terorîstan li kampa Zûmar tirs xistiye nav dilê êzîdiyan.

Wî wekîlê mîrê êzîdiyan bang li hikûmetên Kurdistan û Iraqê kir, bi awayekî bilez çareyekê ji wê pirsgirêkê re bibînin da ku êzîdî bikarin asûde bijîn.

Nahiya Zumar girêdayî bajarokê Til Efer yê Mûsilê ye û ketiye başûrê bajarê Şingalê.

BasNews

0 views