• www.bircabelek.com

Weşanxaneya Avesta bû namzeda xelata “Prix Votaire”


Weşanxaneya Avestayê ku 25 sal in weşana pirtûkên derbarê Kurdan de dike, ligel 4 weşanxaneyan bo xelata “Prix Voltaire” namzed hatin nîşandan.

Weşanxaneya Avesayê ku li Tirkiyê  û Bakûrê Kurdistanê weşangeriyê dike, ligel çar weşanxaneyên din ji aliyê Yekîtiya Weşanên Navdewletî (IPA)  îsal bo “Xelata Prix Voltaire” namzed hatine nîşandan.

Yekîtiya Weşanên Navdewletî, li ser malpera xwe navên weşanxaneyên ku bo xelatê namzed in, belav kiriye û ragihandiye ku  Komîsyona Azadiya Weşanê (FtPC)  ji kesên ku bo fînalê mane û yê herî dawî yê ku xelatê qezenc bike, ji van xebatan berpirsiyar e.

IPA herwiha destnîşan kiriye ku ji welatên weke Arjantîn, Misr, Almanya, Îtaliya, Norvêç, Tayland, Tirkiye û Amerîkayê dê 9 kes di Komîsyona Azadiya Weşanê de cih digirin.

Navên weşanxaneyên bûne namzedê Xelata Prix Voltaire ev in: Weşanxaneya Avesta (Tirkiye), Weşanxaneya Bay Chong Ton Sin (Malêzya), Weşanxaneya Lîberal (Vîyetnam) û Weşanxaneya Maktaba Daniyal (Pakistan).

Biryar e Xelata Prix Voltaire 2020 di navbera 28-30ê Gulanê de li Kongreya Weşangeran a Navdewletî di merasîmeke taybet de were eşkerekirin.

IPA hersal xelata Prix Voltaireyê dide wan weşanxaneyên rastî astengî û sansorê tên.

BasNews

0 views