Search
  • www.bircabelek.com

WAN - Piştî erdhejê pêwîstiya Gundê Elbîsê bi her tiştê çêbûye


Gundê Elbîsê yê ser bi navçeya Elbak a Wana Bakurê Kurdistanê ve berê gundekî şên bû, lê niha ji ber erdhejê ziviriye kavil û xirbeyekê.

Erdhêja ku di pileya 5.9an de li Xoy a Rojhilatê Kurdistanê qewimî li Elbak a navçeya Wanê herî zêde gundê Elbîsê hêjand.

Di hundirê konekî de dîsa hewar û şîn û xem û girî ye. Erdhêjê ne tenê xanî û gund xirab kir, di heman demê de dilê van dayîk û xwîşkan jî dax kir.

Nebahat Firat a 38 jina herî bi keser û girî ye. Çar zarokên xwe û hevjînê xwe ji nişkê ve radestî axa sar kirin. Erdhêjê mal û jiyana wê ji binî ve xiland.

Nebahat Firat ji Rûdawê re got: “Mala min ji binî ve qeliya, me ez niha çi bibêjim. Çar zorkên min di erdhejê de canê xwe ji dest dan. Ez tenê dixwazim zarokên min vegerin.

Makbûle Demîr jî da zanîn ku di heyama erdhejê de ew raziyî bûn û got: “Dema erdhej çêbû xanî bi ser min du xwîşk û birayekî min de hat xwarê. Min birayê xwe ye biçûk revand û herdu xwîşkên min jî xwe xilas kirin. Nîvê dayîka min di bin kavîl de ma û jixwe me bavê min û birayê min ên din nedît.”

Gundê ku zêdeyî sed mal lê hene bi piranî ji xaniyên ax û daran pêk dihat. Bi erdhejê re ji sedî 50yî xaniyan rûxiyan 9 kesan jiyana xwe jidest dan û derdora 50 kesî jî birîndar in û hîna li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Gencê bi navê Yalçin Tosûn jî got: “Di erdhejê de bavê min canê xwe ji dest da. Bira û xwişkên min di nexweşxaneyê de ne û rewşa wan dijwar e. Dayîka min jî nexweş e. Ez tenê mame. Xaniyê me jî xirab bû.”

Mixtarê Gund jî dibêje: “Xaniyên gund ji sedî 50 xirab bûne. Heşt kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar in. Rewşa çar birîndara dijwar e.”

Piştî ku encama vê karesatê eşkere bû ji Wan û gelek bajarên din ên derdorê sazî û xelk çûn hawara gundiyan.

Ji ber ku tu xaniyên saxlem li gund nemane, kon hatin vegirtin û alîkariya ku tê berhevkirin li xelkê gund tê belavkirin. Berf û seqema zivistanê jiyana bi kul a piştî erdhejê girantir dike. Hawara gundiyan ew e da alîkarî bêhtir bê şandin ji ber ku pêdivî bi her tiştî heye.

RÛDAW

2 views