Search
  • www.bircabelek.com

WAN - Li dijî karkeran êriş: 2 karker hatin kuştin û 8 karker jî birîndar bû


Li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê, êrişek li dijî servîsa karkerên çêkirina rê hat kirin û di encamê de 2 karkeran canê xwe ji dest dan û 8 karkerên din jî birîndar bûn.

Parêzgariya Wanê ragihand ku îro Duşemê 8ê Hezîrana 2020an, li herêma Giresorê ya navçeya Şaxê, derdora saet 18.00ê êrişek li dijî servîsa karkerên çêkirina rê hat encamdan.

Li gor daxuyaniya ew êriş bi teqemeniyeke pêştir li ser rê hatibû vedan hatiye pêkanîn û di encamê de 2 karkeran canê xwe ji dest dan û 8 karker jî birîndar bûn.

Cenazeyê herdu kesên hatin kuştin û her 8 birîndaran bi helîkopteran, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê hatin veguhestin.

Piştî bûyerê li herêmê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de dibêje ku ew êriş ji aliyê PKKê ve hate encamdan, lê heta niha PKKê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

RÛDAW

3 views