Search
  • www.bircabelek.com

Urmiye- Metirsî li ser jiyana Kemal Hesen heye


Girtiyê siyasî yê kurd Kemal Hesen Remezan ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, demek dirêje ji beşa girtiyên siyasî ya girtîgeha Urmiyê veguhestine cihekî nediyar. Hîn jî aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen nayê zanîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê îro roja şemiyê 13.06.2020an di raportekê de belav kiriye girtiyê siyasî yê kurd Kemal Hesen Remezan ji beşa girtiyên siyasî ya girtîgeha Urmiyê veguhestandine cihekî nediyar û aqûbeta wî nayê zanîn.

Ligor zanyariyên Hengawê ji çavkaniyê pêbawer wergirtine li gel ku hikmê darvekirinê ya vî girtiyê siyasî bi awayekî ne amade û beriya bê destgîrkirin hatiye dayîn, piştî ku dema cezayê xwe yê girtîgehê qedandiye, desteya pêkanîna hikmên dadgehê daxwaz kiriye ku rewşa wê dozê were zelalkirin.

 Girtiyê kurd Kemal Hesen Remezan 33 salî ye û ji bajarê Serêkaniyê ya Rojava Kurdistanê ye. di 28ê Tebaxa 2014an de ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve li Urmiyê tê destgîrkirin û piştî çar mehan li Navendên Lêpirsînê ya Rêxistina Îttîlaatê ya Sipah a Urmiyê tê lêpirsînkirin wî vediguhezînin girtîgeha navendî ya Urmiyê.

 Di Tîrmeha 2015an de bi hinceta endamê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê ye bûye cezayê 10 sal girtîgehê lê hatiye birîn. Ev ceza piştî demekî û li gorî qanûna temyîzê daket 7 salan. Ceza ji aliyê Şaxa 2 ya Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê hatibû birîn. Lêbelê piştre dadgehê bi hinceta kuştina endamekî spaya pasdarên Îranê cezayê îdamê di sala 2011an de li Kemal Hesen Remezan birîbû.

BasNews

3 views