Search
  • www.bircabelek.com

Trump hemû serdanên ji Ewrupayê bo Amerîkayê qedexe kirin


Serok Donald Trump dîyar kir ku seba têkoşîna dijî vîrusa korona, serdanên ji Ewrupa ber bi Amerîka ve bo 30 rojan hatine qedexekirin. Trump da zanîn ku ew biryara ‘’giran lê pêwîst e’’ xêncî Brîtanya, bo hemî dewletên din yên Ewrupa hatiye ragihandin. Li gor daneyên fermî yên Amerîka, li wî welatî heta niha 1135 kes bi vîrusa korona ya bi navê Covid-19 ketine û ji wan 38 kesan jîyana xwe ji dest dane. Trump got: ‘’Bo em rê li ber tomarên nû bigrin, emê hemî serdanên ji Ewrupa ber bi Amerîka ve bo 30 rojan qedexe bikin.’’ Wî dîyar kir ku ew qedexe dê roja Înê nîvê şevê destpê bike. Covid-19 ji welatên Ewrupa herî zêde li Îtalya belav bûye ku li wir ketiye canê pirtir ji 12000 kesan û 827 kes kuştine. Hikûmeta Îtalya biryar dabû ku xêncî dermanxane û dikanên xwarin-vexwarinê hemî derên din girtî bimînin. Donald Trump di axaftina xwe de da zanîn ku bo ew zarara Covid-19 ya li aborîya Amerîka kêm bikin ewê bacê kêm bikin û ji endamên Kongresê alîkarî xwest. Serokê Amerîka dîyar kir ku ew plan dikin ku bi mîlyar dolaran kredî bidin dezgehên biçûk. Tedbîr û karên din yên dijî vîrusa korona Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence birêve dibe.

BasNews

2 views