• www.bircabelek.com

Trump û pirsa Kurd li Koşka Spî ji zarê John Bolton ve


John Bolton, şêwirmendê berê yê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, di çarçoveya pirtûka xwe de behsa bîranînên xwe yên li Koşka Spî dike û 28 caran navê Kurd di kitêba xwe bikar aniye. John Bolton bi kesekî hevsozê Kurdan tê naskirin, piştî ku di posta Nûnerê Amerîkayê yê li Netewên Yegirtî de nema, ji aliyê Trump ve roja 9ê Nîsana 2018an wek Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê hat diyarkirin û heta 10ê Îlona 2019an di wê postê de ma.

Pirtûk bi navê “The Room Where It Happened” bi wateya “Ew Jûra Gelek Tişt Têde Qewimîn” e û peywendiyên Amerîkayê li gel Herêma Kurdistanê û serederiya Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li gel Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê, wiha kiriye ku gelek caran behsa Pirsa Kurd li Koşka Spî, Wezareta Derve, Berevanî û Dezgeha Istixbarata Amerîkayê were kirin.

Kitêba Bolton a li ser Trump û Koşka Spî bûye rojeva Amerîkayê û mijareke mezin a cîhanê jî, ya ku hûn li jêr dixwînin, wergera Kurdî ya wan birgehan e ku behsa rasterast a Kurd dikin.

Trump: Kurd li ber Iraqî û Tirkan her direvin

John Bolton di beşeke kitêba xwe de behsa helwêsteke Serokê Amerîkayê ya derbarê şerê DAIŞê û mana hêzên welatê xwe li Rojhilata Navîn , bi taybet li Sûriyê dike û dibêje, rojeke Duşemê Donald Trump got, “dixwazim ji şerên gelek xirab ên Rojhilata Navîn bême derê. Em çekdarên DAIŞê ji wan welatan re dikujin ku dijminê me ne.” Ez wiha têgihîştim ku mebesta wî Rûsya, Îran û Sûriyeya Esed e. Trump got, rawêjkarên wî li ser du eniyan dabeş bûne. Grûpek ji wan dixwazin Amerîka li wê derê bo “heta hetayê” bimîne û grûpeke din jî dixwazin, “bo demekê bimîne.” Trump nerîneke berovajî hebû û got, “ez naxwazim bi ti şêweyekê bimînim. Ez ji Kurdan hez nakim. Ew li ber Iraqiyan direvin, li ber Tirkan direvin. Tenê wê demê narevin ku em çar dora wan bi F18an bombebaran bikin”, lewma jî ew pirs ji min kir, “divê em çi bikin?” Mike Pompeo, Wezîrê Derve yê Amerîakyê got, hinekî dem bide John Bolton û min, lê belê zelal bû ku Trump dixwaze Amerîka ji Sûriyê vekişe.

Di beşeke din a kitêba xwe de, John Bolton behsa bûyerên Iraqê û Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Roja Şemiyê û 8ê mehê bû. Komên milîsên Iraqî, bêguman bi piştevaniya Îranê, êrîş kirin ser Balyozxaneya Amerîakyê ya li Bexdayê û konsulxaneya me ya li Besrayê. Herwiha Îranê êrîşa mûşekî kiribû ser armancên me li nêzîk Hewlêrê li Kurdistana Iraqê. Êrîş çend roj beriya salvegera 11ê Septemberê bûn û bi berçavgirtina êrîşa sala 2012ê ya li ser nivîsîngeha me ya dîplomatîk li Binxazî ya Lîbyayê, diviyabû em bi şêweyekê stratejîk fikir li bersivdana bo wan êrîşan bikin”, lê belê bi vî awayî nebû.

Di çend salên bihorî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend caran civiyane û yek ji wan civînan jî di destpêka Kanûna 2018 de bû di kevana civîna grûpa G20, her weke ku di kitêba John Bolton de hatiye, di wê civînê de behsa çend mijaran hat kirin û yek ji wan mijaran jî mijara şervanan bû li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser û têde Erdogan li cem Trump di vê bareyê de giliyên xwe kirin.

John Bolton di derbarê vê mijarê de diaxive û dibêje, civîn di dem

ûn, ku Tirkiye êrîş bike ser “Bakurê Rojhilatê Sûriyê”, wate ew sêgoşeya ku dikeve beşa rojhilatê “Çemê Firatê”, başûrê Tirkiyê û rojavayê Iraqê. Piraniya wê navçeyê di jêr kontrola “opozisyona Sûriyê” de bû û şervanên Kurd jî pêkhênerên serekî yên wê hêza opozisyonê ne. Ew di demekê de bû, ku çend hezar serbazên Amerîkî û Hevpeymanan bo wê navçeyê hatibûn veguhastin, daku alîkariya êrîşên berdewam bidin bo ser Xelafeta DAIŞê.

Piştevanî li desthilata zêdetir û serxwebûna Kurd li Amerîkayê

John Bolton dibêje, wiha dixuye ku Erdogan bi baş didît ku DAIŞ ji nav biçe, lê dijminê wî yê rasteqên Kurd bûn. Erdogan di wê baweriyê de bû, ku Kurd hevpeymanên Partiya Karkerên Kurdistanê –PKK ne û hinek hincet bo wê yekê hebûn. Ew di demekê de ye ku Amerîka demeke dirêj e, PKK weke grûpeke terorîstî dibîne. Piraniya aliyên beşdar di şerê DAIŞê de li dijî DAIŞê bûn, lê bala Tehranê li ser şerê paşerojê bû, wate şerê piştî têkbirina DAIŞê. Ligel kêmbûna sînorê jêr desthilata DAIŞê, Îran sînorê jêr kontrola xwe li navçeyê zêdetir dikir û wê yekê jî Amerîka li gel grûpeke diyarkirî ji hevpeymanan tenê dihîşt. Demeke dirêj bû, Amerîka piştgirî li hewlên Kurdan dikir, bo hebûna desthilateke zêdetir an heta piştevanî li serxwebûna Kurd li Iraqê dikir û dewleteke Kurdî jî pêwîstiya wê bi wê hebû ku sînorê welatên niha yên navçeyê biguhere. Ew tiştekî aloz bû, lê belê yak u zelal bû ew bû; hestekî bihêz a dilsozî bo Kurdan, ku li gel me şerê DAIŞê kiribûn û ji wê yekê jî ditirsiyan ku ji aliyê me ve bên terikandin, ne tenê wateya nebûna dilsoziyê be, belku bandora xirab li seranserê cîhanê hebe bo her hewleke paşerojê bo komkirina hevpeymanan li derdora hev.

Trump ji Erdogan re got, em dê şerê DAIŞê li Sûriyê ji Tirkiyê re bihêlin

Bolton dibêje, roja 14ê Kanûnê Trump û Erdogan bi rêya telefonê axivîn. Berî vê peywnediya telefonî, min derbarê rewşa Sûriyê de zanyariyên hûr dane Serokê Amerîkayê û wî jî got, “divê em li wê derê derkevin” û tirsa min ew bû, ku wê gotinê bi awayekî rasterast ji Erdogan re bêje. Trump û Erdogan behsa çend mijaran kirin ku yek ji wan Sûriye bû.

Erdogan dilgiraniya xwe li hember berdewamiya rahênana hêzên YPGê anî ziman û behsa cudahiyan kir di navbera xwastekên siyasî yên Trump û çalakiyên serbazî yên Amerîkayê li Sûriyê, ku wiha kirine pirs di mejiyê wî de çê bibin. Erdogan got, Tirkiye dixwaze ji dest DAIŞ û PKKê rizgar bibe, bi nêrîna min, mebesta Erdogan ji “PKKê”, şervanên Kurd bi giştî bû. Trump got, ew amade ye Sûriyê biterikîne, eger Tirkiye rûbirûyê DAIŞê bibe. Trump got: “Em dikarin ji Sûriyê derkevin û ew şerê DAIŞê ku maye, ji Tirkiyê re bihêlin.” Erdogan di vê derbarê de soz da, lê amaje bi wê jî kir, ku hêzên Tirkiyê pêwîstiya wan bi locetstîkê heye. Trump ji Erdogan re got, daxwaz ji min dike, daku zû dest bi kar bikim li ser planeke taybet bi vekişandina artêşa Amerîkayê ji Sûriyê û êdî şerê DAIŞê jî bi Tirkiyê were spartin. Paşê. Erdogan spasiya Trump kir û ew weke serkirdeyekî praktîkî bi nav kir. Kêmek pişî wê, Trump got, divê em daxuyaniyekê amade bikin û têde behsa wê bikin ku em di şerê DAIŞê de serkevtin, em erkê xwe li Sûriyê temam kirin û em ji wî welatî derdikevin. Piştî wê yekê, min telefon bo James Mattis, Wezîrê Berevaniyê kir û pêwîst bi gotinê nake, ku keyfxweş nebû.

Kurd dikevtin navbera Erdogan û Esed

John Bolton dibêje, ew pirsgirêkek ciddî bû ji bo min. Di wê baweriyê de bûm vekişîna ji Sûriyê şaşiyekî mezin e, bi sedema berdewambûna gefên cîhanî yên DAIŞê û zêdebûna bandora Îranê. Ji meha Hezîranê ve ez li gel Pompeo û Mattis axivîbûm ku divê em dawî li siyaseta xwe ya necîgir li Sûriyê bînin, çimku her carekê ku me temaşeyî parêzgeh û navçeyekî wî welatî dikir, ji wan jî Minbic û Idlib, min amaje bi wê yekê dikir, ku pêwîst e em li dîmenê mezin temaşe bikin. Piraniya sînorê DAIŞê hatibû kontrolkirin û her lewma dîmenê giştî rawestandina Îranê bû. Lê eger rewş bigihe wê yekê ku Amerîka Kurdan biterikîne, wê demê divê ew hevpeymaniyê li gel Esed bikin li dijî Tirkiyê, yan bi tenê şer bikin. Kurd dikevtine navbera berdaşê Esed û Erdogan. Lewma pirs ew bû ku divê em çi bikin?

Macron bo Trump: Tirkiye şerê Kurdan şdike û li gel DAIŞê jî lihevhatinê dike

Roja 18ê Kanûnê, Mattis Wezîrê Berevaniyê, Dunford Serdermandarê Artêşê, Dan Coats, Rêveberê Istixbarata Niştimanî, Gina Haspel Berpirsa CIA, Mike Pompeo Wezîrê Derve û ez, em li Pentagonê civiyan. Ez, Mattis, Dunford û Pompeo rêkeftin li ser peywendîkirina bi hevpeymanên me ve, daku xwe ji bûyereke çaverêkirî re amade bikin, lê belê ti amajeyeke piştevaniyê nekete destê me. Philip Etan, şêwirmendê siyasî yê Emmanuel Macron ji min re got, ku Serokê Fransayê di vê derbarê de li gel Trump diaxive û ez bi wê helwêst jî ecêgirtî nebûm. Bertekên din jî weke berteka Fransayî çaverêkirî bûn. Piştî nîvroya wê rojê ez li Koşka Spî bûm û Macron peywendiya telefonî kir û diyar bû, ku bi wê biryarê keyfxweş nîne, lê Trump bersiv da û got, êdî şerê em li gel DAIŞ bidawî hatiye û ew çekdarên DAIŞê ku mane jî, Tirkiye rûbirûyê wan dibe. Macron bersiv da, ku bala Tirkiyê li ser êrîşkirina ser Kurdan e û ligel DAIŞê jî amade ye lihevkirinê bike. Macron tika ku Trump kir, artêşa Amerîkayê ji Sûriyê nevekişe û jê re ragihand, ku di demeke kurt de em dê serkevtinê bidest bînin û lewma jî divê em vî karî bi dawî bînin. Trump razî bû ku careke din li gel rawêjkarên xwe biaxive û ji min re got, divê li gel stafa Macron biaxivim û pêwîst e Mattis û Dunford jî li gel hevşanên xwe biaxivin. Kêmek piştî wê, Mattis telefon kir, daku ji me re bêje, ku Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa bi biryara Trump keyfxweş nîne. Ron Dermer, Balyozê Îsraîlê yê li Amerîkayê jî ji min re got, ku ew xirabtirîn roj bûye di serdema îdareya Trump de.

Bolton di kitêba xwe de behsa endamên kongrêsê dike û dibêje, komarî li dijî vê biryarê bûn, lê belê demokrat xwedî hestek wisa nebûn.

Trump bo Erdogan: Hejmareke mezin ji Amerîkiyan ji Kurdan hez dikin

Piştî wê rewşê, Trump biryar da li gel Erdogan biaxive û du xalan zelal bike. Yekem, êrîş neke ser ti serbazekî Amerîkî li Sûriyê, duyem, piştrast be ku êrîş dike ser DAIŞê, ne Kurdan, çimku gelek ji Amerîkiyan ji Kurdan hez dikin, ew jî ji ber ku çendîn sal mil bi mile hev dijî DAIŞê şer kirine. Trump amaje bi wê yekê kir, ku divê Tirkiye û Kurd bi hev re şerê DAIŞê bikin û îtîraf bi wê yekê kir, ku dibe ew stratejî guhertinek be bo Erdogan. Paşê, Trump fikrek hat mejiyê wî, ew jî hebûna peywendiyên zêdetir ên bazirganiyê di navbera Amerîka û Tirkiyê de bû.

Erdogan gelek zor da xwe, daku bi qasî ji dewê wî derkeve, bêje ku ji Kurdan hez dike û Kurd jî ji wî hez dikin, lê got jî, YPG-PKK-PYD bi awayekî xirab Kurdan bikar tînin û nûneratiya Kurdan nakin. Erdogan amaje bi wê yekê kir, ku di hikûmeta wî de wezîr û parlamenterên Kurd hene û Kurd jî gelek ji wî hez dikin û got, ew tekane serkirde bûye ku bangeşeyeke mezin li navçeyên Kurdî kiriye û naxwaze kes bihê kuştin, ji bilî terorîstan.

Serfermandarê Amerîkayê: Tirkiye dixwaze penaberan li ser sînor nîştecih bike

John Bolton di rûpela 184 a kitêba xwe de dibêje, fermande LaCamira pirs kir û got, em dikarin çi bikin heta ku Kurdan biparêzin? Min jî got, serok Trump ji Erdogan re gotiye, naxwaze zirarê bigihîne Kurdan, çimku hevkariya Amerîkayê kirine li Sûriyê.

Bolton paşê dibêje: “Trump tevî ku dixwast, di demeke herî zû de dawî bi DAIŞê bihê anîn, çend armancên din ên wî yên serekî hebûn, weke vekişîna ji Sûriyê, parastina Kurd, biryardan li ser şêweya rêkxistina mijara binkeya serbazî ya Tenef, azadnekirina DAIŞên girtî û berdewamîdana bi fişara li ser Îranê.”

Di berdewamiya behsakirina Kurdan de, Bolton dibêje: “Erdogan nêrînek wiha heye ku baştirîn mirovê Kurd ew Kurd e ku di jiyanê de nemaye û miriye. General Dunford jî dizanî ku armanca Tirkiyê ev e, ku Kurd ji navçeyên ser sînor bike derê û penaberên Sûrî yên li nav Tirkiyê jî vegerîne û bi dirêjiya sînor wan nîştecih bike.”

Di rûpela 188ê de, Bolton behsa serdana xwe ya bo Îsraîlê di 6ê Çileya 2019an de dike û dibêje: “Em li benda wê yekê ne, ewên ku mil bi milê me şer kirine, bi taybetî Kurd, bi vekişîna hzêên Hevpeymanan, nekevin rewşeke metirsîdar, ew xalek bû ku serok Trump bi zelalî di gotûbêjên li gel serok Erdogan de behsa wê kir.”

Bolton nivîsiye: “Dema ez gihîştim Enqerê, Pompeo peywendî bi min kir û ji min re got, ku Trump ji babeteke rojnameya New York Timed keyfxweş nîne ku têde çend şaşiyek di gotinên Trump de kirine û hinek li ser siyaseta me ya dijî hev a derbarê Sûriyê de nivîsiye, ku ji zarê çend berpirsên di nav rêveberiya Trump de wergirtine.”

Bolton dinivîse: “Bêguman beşeke zêde ya wan daxuyaniyên dijî hev, ji aliyê Trump bi xwe ve bûn, lê belê Pompeo hevra bû, ku raste hin daxuyaniyên tund dane, wek ewa ku gotibû, em rê nadin Tirkiye Kurdan komkuj bike.”

Guherîna nexşeya James Mattis û hêrsbûna Erdogan

Bolton di beşeke din a kitêba xwe de dinivîse, di heman demê de James Jeffrey nexşeyek amade kiribû û têde ew yek derdiket ku pêşniyar dike, kîjan navçeya Bakurê Rojhilatê Sûriyê dibe ku ji aliyê Tirkiyê ve were kontrolkirin û kîjan navçeya din dibe ku di jêr desthilata Kurdan de bimîne. Josee Dunford, Serfermandarê Hêzên Hevbeşên Amerîkayê jî bi ti awayekê ew yek bi baş nedidît ku di nexşeyê de hatibû. Min ev pirs kir, gelo nabe mebesta me hîştina tirkan li aliyê hundir ê sînorê welatê wan be li rojhilatê çemê Firatê? Dunford jî got. Ew helwesta min e jî. Min jî amaje bi wê yekê kir, ku dixwazim Bakurê Rojhilatê Sûriyê wek niha bimîne, lê belê bêyî hebûna hêzên Amerîkayê. Min dizanî, yak u ez daxwaz dikim hêsan nabe, lê belê nerîna min wisa bû ku divê ew yek armanca me be, eger nehat cîbicîkirin jî. Dunford jî li gel nêrîna min bû, paşê li reşnivîsa wan binemayan temaşe kir, ku dibû em bidin tirkan û min hevokek nû lê zêde kir, daku zelal be, em naxwazin serederiyeke xirab li gel Kurdan bihê kirin û li cem me hêsan nebû ku hebûna serbazî yan her core hebûne din a Tirkiyê li Bakurê Rojhiltê Sûriyê qebûl bikin. Dunford û Jeffrey jî li gel reşnivîsê bûn.

Pompeo: Ez dê ji Çavuşoglu re bêjim yek bijardeya we heye

Cihê matmayînê nebû ku me zanî Erdogan civîna li gel min hilweşandiye, çimku plan danîbû li parlamentoyê biaxive. Lê paşê me zanî ku gotara Erdogan êrîşeke pêşwext bûye li ser wê helwêsta Amerîkayê ku min pêşniyar kiribû. Erdogan rijd bû li ser wê yekê ku Tirkiye li Bakurê Rojhilatê Sûriyê azadiyeke temam hebe û ez jî di wê baweriyê de bûm, eger em bixwazin rê li tolhildana li Kurdan bigirin, nabe ku em rê bi siyaseta Tirkiyê bidin. Erdogan gotarek pêşkêş kir û got: “Em sazişê nakin.” Di vegerê de ez li gel Pompeo axivîm û em hevra bûn ku nêrînên me li gel Tirkiyê yên derbarê kurdan de gelek cuda ne. Pompeo got, ku Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê hewl dide, peywendiyê pê re bike û ew jî hewl dide, jê re bêje, “yek bijardeya we heye. Yan em dê li ser sînor bin, yan Rûs û Îranî (Çimku piştî vekişîna me, tekez ew digihin ser sînor). Ez jî li gel wê nêrînê bûm.”

Bolton dibêje, “Paşê min peywendî bi Trump kir û ew jî wiha difirkiî ku tirk çendîn meh in amdekarî kirine daku biçin nav Sûriyê û lewma jî Amerîka dixwaze vekişe. Berî ku Tirkiye êrîş bike ûs erbazên Amerîkayê li wê derê bin.” Trump zêdetir axivî û got: “Mebesta Erdogan DAIŞê nîne” û amaje bi wê yekê jî kir, ku Amerîka dikare êrîş bike ser DAIŞê, heta piştî vekişîna ji Sûriyê jî.

Serfermandarê Amerîkayê: Nêrîna fermandeyên Tirkiyê wek ya Erdogan nîne

Bolton dinivîse, “di heman demê de ku min zanî Dunford wiha difikire ku fermandeyên serbazî yên Tirkiyê bi qasî Erdogan di xema wê de nînin ku biçin nav Sûriyê û ji sedeman digeriyan, daku wê operasyona serbazî encam nedin. Dunford derbarê daxuyaniya binemayan axivîbû, ji wan jî navçeyeke aram a 20 heta 30 kîlometrî, bi corekê ku çekên giran ên hêzên Kurdî ji wan navçeyan bêne vekişandin û hêzeke navdewletî li wê navçeyê be û ew hêz bi piranî ji hêzên NATO were pêkanîn û piştrastiyê bide, ku Kurd naçin nava Tirkiyê û Tirk jî navçin nav navçeyên di jêr desthilata Kurdan de. Di heman demê de jî, hêza esmanî ya Amerîkayê alîkarê wê hêza navdewletî ye, ku divê li wê derê tê bicihkirin û ez û Dunford jî di wê baweriyê de bûn, ku ew pêngav alîkariya me dide, daku esmanê Bakurê Rojhilatê Sûriyê di bin kontrola Amerîkayê de be.”

Bolton dibêje, bîroke bi vî corî bû ku ev Jeffrey vê bîrokeyê bide General Mazlûn Ebdî yê fermandeyê wan, daku bizane berteka wan bi çi awayî dibe. Dunford di wê baweriyê de bû, ku bijardeyên li pêşiya Mazlûm sînordarin û dibe ku daxwaza hin garantiyan jî li me bike. Paşê ez li gel Pompeo axivîm û wî jî piştevanî li wê bîrokeyê kir û tekez kir, ku em pêdagiriyê li ser bikin. Welatên Erebî ji Tirkiyê hez nakin û şiyana wan a darayî jî heye, ew jî wiha dike ku hevpeymanên NATO û hêzên din di wê hêza navdewletî de beşdar bin, ku dibe li wê derê bêne bicihkirin.

Roja 9ê Çile, Dunford bi hûrglî behsa wê yekê kir, ku belê dibe ku hêzeke navdewletî li wê navçeyê were bicihkirin û plan jî dê serkevtî be.

RÛDAW

0 views