Search
  • www.bircabelek.com

Tirkiye- Yekem haleta vîrusa Koronayê hat tomarkirin


Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca beriya bi demekê aşkere kir yekem haleta nexweşiya vîrusa Koronayê li Tirkiyê hatiye tomarkirin.

Beriya bi demekê Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca da zanîn di encama pişkinîna gumanbarekî nexweşiya Koronayê pozîtîf bûye û ew nexweş mêr e.

Hewiha Koca da zanîn ew hemwelatiyê Tirkiyê ji Ewropayê hatiye Tirkiyê niha malbata wî jî di bin karentînayê de ye.

Di berdewamiyê jî de Fahrettîn Koca da zanîn bi armanca parastina nexweş ew nabêjin ew halet li kîjan bajarê Tirkiyê hatiye tomarkirin û ew nexweş niha li ku derê tê tedawîkirin.

Hêjayî gotinê ye îro Wezareta Tendirustuya Tirkiyê destûrên kar bo karmendên tendirustiyê betal kiribû.

BasNews

2 views