Search
  • www.bircabelek.com

Tirkiye- Girtin û desteserkirina rojnamevanan didome


Peyamnêr û kameravanên Rudaw TV û Ajansa Mezopotmaya jî di nav de, medyakarên ajansên wek Reuters, Epa, Nar Photo 14 rojnamevan li bajarê Edîrnê, ser sînorê Yunanistanê hatine binçav kirin.

Sedema binçavkirina rojnamevanan binpêkirina sînor û girtina wêneyan ya li devera qedexe ye.

Di nav wan de 5 rojnamevanên bîyanî jî hene.

Nûnerê Rojnamevanên Bêsînor (RSF) yê Tirkîyê Erol Onderoglu ji Dengê Amerîka re biryara binçavkirina rojnamevanan nirxandiye.

Onderoglu aşkere kiriye: "Wusa xuya dike ku Tirkîye dixwaze raport û nûçeyên derbarê meşa penaberan ber bi sînorê Ewrupa kontrol bike, lê raportên medya navneteweyî ne li gor dilê Tirkîyê ye."

Onderoglu dîyar dike ku li sînor, li noqteya sifir ku penaber hereket dikin, bi rehetî dimenên wan tên girtin, lê helwesteke kêfî heye ku rojnamevan tên girtin.

RSF bang li Tirkîyê dike ku dest ji reftarên keyfî yên hember rojnamevanan berde jiber ku ev helwest îmaja Tirkîyê xirabtir dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor Sendîkaya Rojnemavanên Tirkîyê (TGS) niha li Tirkiyê 84 rojnamevan girtî ne.

BasNews

3 views